Înfaza girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin 2023-02-15 09:24:00   ŞIRNEX - Înfaza girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye, bi sedema ku li ser telefonê ji kurê xwe re gotiye "ez ne poşman im" hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin.    Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger (63), ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve 30 sal cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn. Zenger ku niha li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê tê ragirtin, ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê lê hatiye birîn xelas bûye. Lê belê  rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku Zenger, di telefonê de bi kurê xwe re gotiye,"ez ne poşman im" înfaza wî şewitandin û cezayê wî 6 mehan dirêj kirin.    'DÊ EDELET JI WAN RE JÎ LAZIM BE'   Biraziyê Zenger, Veysî Zenger bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku ev tişta ku rêveberiyên girtîgehê dikin bêhiqûqiye û wiha axivî: "Heftiyek beriya wê bi ser qawişa wan de girtibûn û heqaret li wan kiribûn. Piştî vê serdegirtinê hefteyeke wî mabû. Lê belê birin dadhegê û muameleyeke keyfî pê re kirin. Ev tişta ku kirin ne hiqûqî bû. Edelet rojekî dê ji wan dozger û dadgeran re jî lazim be. Edalet ne tenê ji gelê kurd re dê ji wan re jî lazim be. Nayê qebûlkirin ku cezayê mirovekî ku 30 sal in bêsûc razaye 6 mehan were dirêjkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê heta Ewropayê jî biçin."   JI BER KU GOT, 'EZ NE POŞMAN IM' ÎNFAZA WÎ ŞEWITANDIN   Zenger, anî ziman ku tevî nexweşiyên apê wî ev ceza lê hate birîn û wiha domand: "Gelek nexweşiyên wî hene û 2-3 caran emelîyat bûye. Nexweşiya zerik (Hepatit B) jî pê re hebû. Carna dikeve û hevalên wî alîkariyê dikin. Wexta ku dikeve rewşa wî pir xerab dibe. Mirovekî ku 30 sal in girtî be û 2-3 caran jî emeliyat bibe nikare zêde têbikoşe. Rewşa wî nebaşe. Ev çend meh in derfetê me jî tune ye ku em biçin ber deriyê girtîgehê. Çiqas ji destê wan hat ewqasî ji me dur kirin. Birin Trabzonê ji wir birin Espiyeyê. Bi keyfî bernadin. Tu eleqeya van û însanetiyê nema ye. Ji ber ku bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û gotiye,' ez ne poşman im' cezayê wî dirêj kirin. Ne poşman e, ma çi kiriye ku poşman be. Mirov kuştine çi kiriye?"   'BI KEYFÎ CEZAYAN DIRÊJ DIKIN'   Zenger, xwest ku kesek li dijî vê neheqiyê bêdeng nebe û ev bang kir: "Bila rêxistinên demokrat biçin girtîgehê lêkolîn bikin. Gelê kurd vê zilm û neheqiyê heq nake. Şûna gelê kurd bila biçin kesên tiryakfiroş bigirin. Me çok nedaniye û em ê nedeynin. Ev doza me ye û em ê li pey biçin. Çi bikin em natirsin. Bi keyfî cezayan dirêj dikin. Ev mirove ji xwe 30 sal in girtî ye. Ev bêhiqûqiya ku li girtîgehan dikin li tu deran nakin."   Zenger axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ev zimane xwedê daye me ye. Em kurd in, kurd in û heta mirinê jî em kurd in. Em ji vê dozê jî navegerin, bila vê jî baş bizanibin."