Ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya ‘Konê Lîstikê’ hat destpêkirin 2023-02-15 09:57:33   AMED - Ji Maseya Tora Krîzê ya Zarokan Gulan Onkol diyar kir ku wan ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya “Konê Lîstikê” dane dest pê kirin û got: “Ji bo zarok adapte bibin û travmayê ji ser xwe biavêjin, em konên lîstikê ava dikin. Pêdiviya me bi pêlîstok û konan heye.”    Maseya Tora Krîzê ya Zarokan ji bo zarokên bûne mexdûrên erdhejê kampanya “Konê Lîstikê” da destpêkirin. Ji dilxwazên kampanyayê Gulan Onkol diyar kir ku ji bo ew vê pêvajoya travmayê ji ser zarokan bidin jibîrkirin vê kampanyayê dane destpêkirin û ji bo zarokan pêdivî bi mase-sendelye- tatamî, kelûpelên kirtasiyeyê û pêlîstokan heye. Onkol got tîmek wan li Amedê û tîmek wan jî li Semsûrê ji bo zarokan li qadê xebatan bi rê ve dibin.    JI BO SIBEROJA ZAROKAN XWEŞ BIBE   Onkol da zanîn ku di karesatan de tiştên ku tên serê zarokan û jinan ji nedîtî ve tê û got: “Em bi tîmek 250 dilxwazan li qadê dixebitin. Em hem ji bo jiyanê hem jî ji bo hîjyenê dixebitin. Em dixwazin bi her awayî li zarokan û jinan xwedî derkevin. Xebata me bêtir li ser zarok û jinan e. Zarok ji dayika xwe qut nabe. Lewma em em hem ji bo jinan hem jî ji bo zarokan xebat dikin. Ji ber vê rewşa xeternak û tabloya karesatê wisa xuya dike wê demek dirêj zarok di konan de bijîn. Wê hem ji bo zarokan xebatên psîkososyal û hem jî xebatên efektîf bên kirin. Me li ser vê esasê biryar da ku em konên lîstikan ji bo zarokan ava bikin. Divê em zarokan ji bîr nekin û pêwîste ji bo wan zimanek henûn û nêzîkatiyek piştgirî bê bikaranîn. Divê em wan jî wek şexs bibînin û di pêvajoya adaptasyon û jibîrkirina vê travmayê bo wan bibin alîkar. Pêdiviyên me bi pêlîstok û kelûpelên zarokan hene. Em li benda her cure piştevaniyê ne.”   Kesên ku dixwazin ji bo pêlîstok û konan piştevaniya zarokan bikin dikarin xwe li ser vê hejmara telefonê 0505 623 27 51 pêwendiyê deynin.    MA / Eylem Akdag - Welat Ekîn