Bi destên xwe korîdora jiyanê vekir û tevahiya malbata xwe rizgar kir 2023-02-15 10:23:24   MEREŞ - Welatiyê bi navê Tarik Şêx Mihemed, li gundê Karahasan ê navçeya Dulkadîroglûyê di bin kavilên avahiyekî de bi destên xwe korîdoreke jiyanê vekir û ji malbata xwe 6 kes rizgar kir.    Di encama erdheja Mereşê de li gundên navçeya Dulkadîroglûyê bi sedan avahî hilweşiyan. Her wiha xesar gihişt gelek malan. Ji ber erdhejê, li gundê Karahasan (Doganlikarasan) xesareke mezin gihişt gelek avahiyan. 7 mezrayên gund hene û tevî xesareke mezin jî tu kesî jiyana xwe ji dest nedan. Gelek kesên di bin kavilan de mayîn, ji hêla xizm û cîranên xwe ve hatin rizgarkirin.    KORÎDORA JIYANÊ   Malbateke ji Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 7 kesan pêk tê û di pêvajoya şer de neçar man koçber bibin û li vir bi cih bûbû, ji wan malbatan e ku di bin kavilan de sax derketin. Welatiyê bi navê Tarik Şêx Mihemed ê ji Kobanê, bi destên xwe korîdoreke jiyanê di bin kavilên avahiya xwe yê hilweşiyayî de vekir û ji malbata xwe 6 kes rizgar kirin. Mihemed, piştî hewldanên 4 saetan ji ewil hevjîna xwe, piştre birayê xwe Yûsûf Şêx Mihemed, piştre bûrayê xwe û herî dawî jî 3 zarokên xwe bi saxî derxistin.    Piştî ku me dîmenên avahiyên xesareke mezin gihiştiyê kişandin, tevî Mihemed em çûn ser kavilên avahiya hilweşiyayî. Zarokên ku bi saxî hatin derxistin, weke ku tu tiştek neqewimî be ji xwe re dilîzin. Jêrzemîna malê û qata herî jor piştî erdhejê bûne yek. Mihemed, piştî ku zarokên xwe ji kavilan dûrxistî, têketina korîdora jiyanê nîşan dide.    6 KES RIZGAR KIR   Piştre jî Mihemed kêliyên piştî erdhejê wiha vedibêje: “Di bin kavilan de min dest bi lêgerîna zarokan kir. Min ji ewil nedîtin. Ez diqîriyam lê nedikariyan xwe bigihînin min. Min xwe bi erdê re hinek xijand û yek jê (zarokek) dît. Ketibû bin kevirekî mezin. Min bi lingê wî girt û kişand lê nehat. Min got qet nebe hêj dijî. Piştre jî li yê biçûk geriyam. Min lê nihêrt ew jî dijî. Min ji lingê wî ve kişand. Tevî xetereya ku lingê wî bişikê jî min ji bin kavilan kişand.”    Bi domdarî Mihemed anî ziman ku piştî hemû kes bi rêya korîdora jiyanê rizgarkirî, herî dawî jî ew derketiye. Ji ber ku Mihemed hinek qelew e, nekariya ji korîdora jiyanê derkeve û piştre jî bav û apê wî ji bin kavilan derxistiye.    RIZGARIYEKE ‘MUCÎZEWÎ’   Mihemed, diyar kir ku bi alaveke req wî korîdora jiyanê vekiriye û wiha bi dawî kir: “Ev tiştên me jiyayîn mucîze bû. Piştî ku em ji erdhejê xelas bûn, di konê me li rex kavilê avahî vegirtî de dimînin. Gelemperiya pêdiviyên me ji hêla dilxwazên ji bajarên cuda hatin pêşwazîkirin.”    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay