Bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bajarokê terk nakin 2023-02-15 12:05:55   MELETÎ - Welatiyên bajarokê Serêkanî yê navçeya Çêlikan ê Semsûrê, bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bi tu awayî bajarokê xwe naterikînin.    Mexdûrên erdhejê yên Meletî û Çêlikan a Semsûrê di roja 10’emîn a erdhejê de qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kirin.    ‘MA DÊ JI BO CESEDÊN ME BÊN?’   Remzî Kiliç û malbata wî ku di şeva ewil a erdhejê de bi qasî 100 kesan re neçar man ku di otoparkê de man, got ku bi tena serê xwe hatine hiştin. Killiç, diyar kir ku tîmên şaredariyê bi hawara wan nehatine û wiha got: “Kesekî pirsa ‘gelo hûn tî ne, birçî ne’ ji me nekir.” Mexdûrekê din ê erdhejê jî got; “Em li ser telefonê digerin lê telefonên wan meşxûl bûn. Me nedikariya xwe bigihînin tu kesî.” Welatiyekê din jî wiha dibêje: “Hema em jî xwe bikujin. Ma dê ji bo cesedên me bên? Ma em ne mirov in? Nanê me tune ye, ava me tune ye.”    LI ÇÊLIKANÊ ROJA 9’EMÎN   Yek ji herêmên herî zêde ji erdhejê bandorbûyî jî bajarokê Serêkanî yê navçeya Çêlikan a Semsûrê ye. Li bajarokê 29 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê di roja 9’emîn a erdhejê de qala tiştên di erdhejê de jiyane kirin û naxwazin gundên xwe biterikînin.    ‘EM HÊJ JÎ DITIRSIN’   Makbûle Avci ya ji Serêkaniyê dibêje ku ji ber erdhejokan hêj jî ditirsin û wiha got: “Em bi saya piştevaniya di navbera xwe de li vir xwe li ser pêyan digirin. Me zarokên xwe şandin cem xizm, dost û hevalên xwe yên li derveyî bajar. Lê em li vê derê ne. Em gundê xwe naterikînin. Di rojên ewil ên erdhejê de ji bo vê derê tu alîkarî nehatin. Me hewl da li çareseriya xwe binêrin. Tu kest tune bû.” Avci kelegirî dibe, çavên wê tije rondik dibin û wiha didomîne: “Em birçî bûn û me hevîrê xwe bi ava şolî dikir. Me ji ewil dida zarokan û piştre jî jinên pitikên wan heye. Dema me nan çêdikir û mamên me yên kal ji me parçeyeke nan dixwest, li min gelek giran dihat. Tevî ku birçî jî bûm, ez têr bûbûm. Ava me ya paqij tune bû û me hewl dida bi berfê qirikên xwe yên ziwa şil bikin. Dewletê tu alîkarî neda me. Cara ewil kesên dilxwaz bi hawara me hatin. Dema min dîtî keça min tiştekî dixwe, vedixwe, hestekê pir cuda di min de çêbû.”   250 KES Û 15 KON   Ji mexdûrên erdhejê Huseyîn Uzun jî yek ji wan dilxwazan e ku alîkariyên li herêmê organîze dike. Uzun, da zanîn ku piştî erdhejê heta demekê dirêj jî tu alîkarî nehatine. Uzun, dipyar kir ku ji ber cihekî gel lê bimîne nebû, li mala şînê ma ye û ev tişt anî ziman: “Li derve hewa gelek sar bû, mirov neçar man ku xwe bispêrin vê derê. Di her sê rojên ewil ên erdhejê de me sêlek danî derve û bi nanê li ser wê çêdikir zikê xwe têr kir. Taxa ku ji 250 malan pêk tê li vê derê ye lê tenê 15 kon hene. Di her konê de 4-5 malbat dimînin. Yên din jî li vê mala şînê li ser kursiyan radizên. Pirsgirêka paqijiyê êdî dest pê kir. Em ditirsin ku ji ber hîjyenê êdî pirsgirêka tenduristiyê dest pê bike.”    ‘HDP’Ê BO ME ALÎKARÎ ŞAND’   Uzun, da zanîn ku herî zêde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) TIR’ên alîkariyê şandine herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Tevahiya alîkariya tê vê derê em belav dikin. Di TIR’ên bi awayekî rasthatî tên de xurekên nepergal hene. Lewma gelemperiya nan û avê ziyan dibe. Lê alîkariyên ku HDP dişîne li gorî lîsteyê ne. Alîkariyên AFAD û Heyva Sor dişîne jî li ser TIR’an tên bealvkirin. Lewam alîkarî nagihije kesên bi rastî jî mexdûr bûne.”     MA / Firat Can Arslan - Yusuf Şeker