Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê: Agahiyên girtîgehên li herêma erdhejê tên veşartin 2023-02-15 12:06:38   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku li 31 girtîgehên li herêma erdhejê risk heye û wiha got: “Divê li dijî van îdiayên cidî wezaret daxuyaniyekê bide.”   Erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn û bandor li 10 bajaran kir kete roja 10’an. Li gorî daneyên dawî hejmar ji 35 hezaran derbas bû û ji herêmên erdhejê 195 hezar û 962 hatin tehliyekirin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî ku ji roja ewil ve bi mexdûrên erdhejê ve di nav piştevaniyê de ne, têkildarî xebatên maseya krîzê ya avakirine de agahî dan.    Yolerî, da zanîn ku ji bilî maseya krîzê ya avakirine hemû şaxên wan koma xebatê avakirine û wiha got: “Bi taybetî ji xizmên girtiyên ku li girtîgehên li herêma erdhejê ne gelek serlêdan çêbûn. Em agahiyên tên ji şaxên xwe yên li herêmê re dişinin û hewl didin ji fikarên wan re bibin bersiv. Malbat serlêdanan dikin ku tîmên xelaskirin û rizgarkirinê mudaxileyî enkazan nakin. Bi taybetî serlêdanên têkildarî xelaskirin û rizgarkirinê û alîkariyan em ji komisyona xwe ya navendî re dişînin.”   TESPÎT GIRÎNG IN    Yolerî, anî ziman ku di avahiyên wan ên li heremên erdehejê de xesar çêbûne û hin rêveber di bin kavil de mane û anî ziman ku endamên wan ên herêmên din ji bo piştgiriyê çûne herêmê. Yolerî ya ku da zanîn ku bi nûnertiyên xwe yên li herêmê organîzasyonek pêk anîne, qala girîngiya tespîta pirsgirêkan kir.   REWŞA GIRTÎGEHAN VEDIŞÊRIN     Yolerî, da zanîn ku dibe têkildarî 31 girtîgehên li herema erdhejê pirsgirêkên cidî hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî agahî û dîmenên derbarê girtîgehên Meletî û Hatayê de bi Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan re hewldanên me yên hevdîtinê çêbûn. Tevî serlêdanên me em dibînin ku li girtîgehan rewşeke agahiyan û veşartinê heye. Divê li dijî van îdiayên cidî Wezaret daxuyaniyê bide. Agahiyên bi çekê kuştin û birîndarkirinê tên. Axaftinên derbarê vê mijarê de beriya niha hatine kirin kêm in.”   31 GIRTÎGEH DI BIN RÎSKÊ DE NE   Yolerî, anî ziman ku li girtîgehên herêmê kaoseke gelek mezin pêk hatiye û ev tişt gotin: “31 girtîgeh di bin rîskê de ne. Heke rewşeke xesarê hebe çend girtiyên di erdhejê de birîndar bûne hene? Li herêmê av û ceyran heye, belavkirina xwarinan di çi astê de ye? Rewşa gerimkirinê heye? Em têkildarî gerimkirinê gelek serlêdanan digirin. Li cihekî gerim nebe, xwarin û ava paqij tune be girtî çawa îdare dikin? Ji ber ku di nava dîwaran de glek nexweş, pîr û astengdar hene. Ji bo zarokan û jinên ku zarokên wan hene hewldanên çawa hene. Ne diyar e ka çi bergirî girtin e. Girtiyên nexweş tên dermankirin. Têkildarî vê valahiyeke cidî ya agahiyan heye. Di vê mijarê de ya ku agahiyên têrker bide Wezareta Dadê ye, lê belê di vê mijarê de heta niha tu daxuyanî nedane.”   RAPOR WÊ BÊN AMADEKIRIN   Yolerî, da zanîn ku weke şax wê biçin herêma erdhejê binpêkirinên mafan ên pêk hatine wê bikin rapor û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke welatekî li ser herêma erdheje pêdivî bi tedbîrên cidî heye. Pêdivî bi muxalefeta civakî heye. Li deh bajaran bi hezar avahî hilweşiyan û bi deh hezaran mirov di bin kavilan de ne. Ev hemû ji ber tu bergirî nehatin girtin çêbûn. Mirov bi sarma û birçîtiyê re rû bi rû hatin hiştin. An ku kesê xelas bû keyfxweş nebû. Ji ber vê yekê beriya ku em bi erdhejê re mijûl bibin divê em li ser mijara ‘dikarin çi bikin’ bisekinin. Ji bilî vê tu çareya me nîne.”   MA / Esra Solîn Dal