Walîtiyê bi TIR’a alîkariyê ya nekomkirî ve pankarta xwe daliqand 2023-02-15 12:57:28   COLEMÊRG - Walîtîya Colemêrgê bi TIR’a alîkariyê ku di pêşengtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê de ji herêmên erdhejê re dihate şandin ve pankarta xwe daliqand.    Li Colemêrgê di pêşengtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê de ji bo ku bişînin herêmên erdhejê TIR’eke tejî malzemeyên pêdiviyên bingehîn amade kir. Bi pêşiya TIR’a ku ji bo herêmên erdhejê bê şandin hatiye amadekirin ve logo û navên saziyên sivîl ên civakî ku pêşengtiya alîkariyê dikin hate daliqandin. Beriya ku TIR ji bajarî derkeve pankarta saziyên sivîl ên civakî ji TIR’ê ve hate kirin û pankarta ku li ser “TIR’a alîkariyê ya Walîtiya Colemêrgê” dinivîsî û logoya walîtiyê heyî bi TIR’ê ve daliqandin.