Li Şemzînanê 3 kes hatin binçavkirin 2023-02-15 13:02:17   COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.    Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsan bi malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şemzînanê yê bere Cabbar Taş, Habîl Alîoglû û Ergîn Avci yên bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Şemzînanê. Di dema serdegirtina malê de polîsan dest danîn ser telefoneke ku ne ayde Taş bû.