‘Divê 50 hezar û 576 avahiyên li herêma erdhejê demildest bên hilweşandin’ 2023-02-15 13:53:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum diyar kir ku di encama xebatên tespîtkirina xesarê ya li herêmên erdhejê de derketiye holê ku divê 50 hezar û 576 avahî demildest bên rûxandin.  Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum têkildarî xebatên tespîtkirina xesarê ya li herêmên erdhejê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahî parve kirin. Kurum, wiha got: “Li ser 387 hezar û 346 avahiyan lêkolîn hatin kirin. Li gorî tespîtên heta niha; divê 50 hezar û 576 avahî demildest bên hilweşandin. 279 hezar û 655 avahî jî kêmxesar in an jî xesar tê de nîne. Em ê avahiyên ku divê tavilê bên rûxandin birûxînin û li şûna wan avahiyên biewle ava bikin.”