Li Sêrtê seferberiya piştevaniyê didome 2023-02-15 09:05:22   SÊRT - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li Sêrtê ji bo piştevaniya herêmên erdhejê seferberiyê dane destpêkirin û ew ji bo piştevanî û alîkariyê zend û bendên xwe girê dane.    Li Sêrtê Partiya Demorkatîk a Gelan û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê ango herêmên erdhejê dest bi seferberiyê kirine. Vê koordinasyona ku hatiye avakirin heta niha ji Sêrtê 8 TIR şandine herêmên erdhejê. Ji roja ewil a erdhejê heta niha kelûpelên ku hewcedariyên jiyana rojane ne hatin berhevkirin. Ev berhevkirina alîkariyê didome û ji bo cihê pêwîstî pê heye tê şandin.    BERFIREHKIRINA PIŞTEVANIYÊ   Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay anî ziman ku ew ji roja ewil a erdhejê ve di nava ruhê seferberiya piştevaniya mexdûran de ne û gelek dilxwazan şandine herêmên erdhejê. Tay diyar kir ku bi ser 50 cenazeyî re hatine bajarê wan Sêrtê û merasîma veşartina wan pêk hatiye. Tay da zanîn ku ew hem alîkariyê berhev dikin hem jî pêşwaziyê li malbatên mexdûrên erdhejê tên Sêrtê dikin û bi pirsgirêkên wan re eleqedar dibin. Tay got heta niha 20 malbat hatine Sêrtê. Tay anî ziman ku ji zarokan bigire heta kal û pîran di nava ruhê seferberiyê de ne û xwest ev piştevanî hin bêtir were berfirehkirin da ku birînên mexdûran bipêçin.