‘Divê dawî li rejîma înfazê ya Îmraliyê bê anîn’ 2023-02-15 16:40:22 STENBOL – Şaxa OHD’a Stenbolê têkildarî 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand û wiha got: “Divê rejîma înfazê ya Îmraliyê tavilê were bidawîkirin.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, peyameke nivîskî weşand.    Di peyamê de wiha hat gotin: “Divê rejîma înfazê ya Îmraliyê ku rejîmeke înfazê ya îstîsnaî ye û di şexsê birêz Ocalan ê ji 15’ê Sibata 1999’a heta niha 24 salan bênavber li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin, tavilê bê bidawîkirin. Divê astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbat, wasî û parêzeran re bên rakirin û Girtîgeha Îmraliyê ya ku bi taybet ji bo birêz Ocalan hatiye avakirin were girtin. Weke OHD’ê banga me ji bo rayedaran ew e ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigerin.” s