Derket holê ku kesê digot ‘dewlet li me dinihêre’ bavê polîsê li Garê hatiye kuştin e 2023-02-15 17:12:27 AMED - Derket holê ku kesê di dema serdana şandeya HDP’î ya mexdûrên erdhejê de berteka “Dewlet li me dinihêre” nîşan da, bavê polîsê KHK’î yê bi navê Vedat Kaya ye ku di êrişa TSK’ê ya li dijî Garê de hatibû kuştin.    Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi mebesta piştevaniyê çûbû serdana mexdûrên erdhejê. Lê belê malbatên ku ev zêdetirî 3 sal in li pêşiya Rêxistina HDP’a Amedê hatin bicihkirin, careke din li pey provakasyonê ketin û bertek nîşanî şandeyê dan.   DEWLET LI ME DINIHÊRE!    Şandeya ku Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamanterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî di nav de, di 13’ê sibatê de çûn serdana mexdûrên erdhejê. Di dema serdanê de kesekî bertek nîşanî şandeya HDP’ê de û got: “Belav bibin li ser serê me. Dewlet li me dinihêre. Hemû pêdiviyên me pêşwazî dike. Hûn kî ne!” Di heman demê de heqaret li Paylan kir.    MEXDÛRÊN ERDHEJÊ: EV KES PROVAKASYONAN DIKE    Piştî bertekên li dijî şandeya HDP’ê, mexdûrên erdhejê hewl dan wî kesî lînç bikin. Piştî ku HDP’î ketin navberê, mexdûrên erdhejê got: “Ev kes di vî avahî de najî. Me heta niha tu alîkarî ji dewletê nedîtine. Ev kes li vir provakasyonê dike.”    MEDYAYA HAWÎZ HDP HEDEF NÎŞAN DA   Rojek piştî bûyerê, di serî de Rojnameya Yenî Şafakê ku nêzî îktîdarê ye, çapemeniya hewzê bi îdiaya provakasyonê HDP hedef nîşan da.    BAVÊ POLÎSÊ LI GARÊ HATIYE KUŞTIN DERKET   Derket holê ku kesê bertek nîşanî şandeya HDP’ê dayî, bavê polîsê KHK’î Vedat Kaya yê bi navê Şeyhmûs Kaya ye. Polîsê KHK’î Kaya, ji hêla PKK’ê ve hatibû girtin û di encama êrişa dewleta tirk a di di 10’ê sibata 2021’an a li dijî Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê de hatibû kuştin.    Kaya ku li ser nifûsa Şemrex a Mêrdînê qeydkirî ye, di sala 2015’an de li navçeya Licê ya Amedê hatibû girtin û di sala 2017’an de jî ji peywirê hatibû dûrxistin. Di 8’ê tîrmeha 2018’an de jî bi KHK’a Rewşa Awarte (OHAL) hatibû îxrackirin.    Malbata polîsê ji kar hatiye avêtin, li ser daxwaza Wezareta Karên Hundir hatibû pêşiya Rêxistina HDP’a Amedê.