Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir 2023-02-15 18:06:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê ‎PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku heya Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe  dê bitêkoşin.    Di salvegera 24′an a 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî de ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi deh hezaran ‎kurd, ereb, suryan û ermenên li kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, li bajarên Qamişlo, Hesekê, navçeyên Girkê Legê û Dêrikê meşên girseyî li dar xistin. Meş bi ‎dirûşmeya "Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" hatin lidarxistin. Hemû dikan û sûk hatin girtin. Ji ‎hemû pêkhateyan, kesayetên welatparêz, malbatên şehîdan, endamên sazî, rêxistin, ‎tevgerên sivîl, jin, ciwan, kesayetên oldar û nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî meşan bûn.‎   Li bajarê Qamişloyê, meşê ji Çarxerêya Sonî dest pê kir û ber bi navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ‎dewam kir.‎ Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Bê serok jiyan nabe" bi zimanên ‎kurdî û erebî hatine‏‎ hildan. Her wiha Dayikên Aştiyê cilên spî yên ku wêneyên Ocalan û ‎nivîsên "Bê serokê Apo jiyan nabe" li ser, li xwe kirin.‎   Meşvanan bênavber dirûşemyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê serok Apo jiyan nabe", ‎‎"Berxwedan jiyan e" berz kirin.‎   Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo veguherî mitîngê. Li wir Hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah axivî û komploya 15′ê ‎Sibatê‏ ‏ya li dijî  Ocalan ‎şermezar kir.‎ Ebdullahê wiha got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li dijî gelê Kurdistanê, hemû ‎gelan, mirovahî û jinan bû."‎   Ebdullah destnîşan kir ku Rêber Ocalan 24 salan in di oxira azadiya gelê Kurdistanê, ‎bidawîkirina înkar, qirkirin û zulma li dijî gel de berxwedaneke bêhempa dimeşîne.‎   ‏′‏BERXWEDAN DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ‏′‏   Asya Ebdullahê behsa berxwedana gelên Kurdistanê ya bi pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê, ‎tevgera azadiya jinê û Rêberê PKK'ê Ocalan kir ku derbasî qonaxeke nû bû û li hemû qadan berfirehtir bûye.   Ebdullah diyar kir ku fikrên Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî mifteya çareseriya doza kurd û hemû ‎krîzên li Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: "Ger hûn çare û aştiyê li Rojhilata Navîn dixwazin ‎û dixwazin pirsgirêka Kurdan çareser be, kilîta wan li Îmraliyê ye. Divê hemû piştgirên ‎çareseriyê yên dixwazin doza kurd çareser be, tecrîda li dijî Rêber Ocalan bişikînin."‎   Li ser armancên Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan jî Ebdullah ev tişt gotin: "Xwestin ‎têkoşîna jinê û dirûşmeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ ya ku li tevahî cîhanê bi pêşengtiya jina kurd belav ‎bûye, bi dawî bikin û projeya Rêber Ocalan têk bibin. Ev 2 sal in di nava bêdengiya ‎navneteweyî de tecrîda li dijî Rêber Ocalan hatiye girankirin. Hêzên beşdarên komployê ‎parçeyek ji tecrîda girankirî ne."‎   DIVÊ TÊKOŞÎN LI TEVAHÎ QADAN DEWAM BIKE   Ebdullah anî ziman ku bi ruhê şehîdên ′Hûn Nikrain Roja Me Tarî Bikin′ û dengê bi milyonan ‎Kurdên ku komploya navneteweyî şermezar dikin, îro careke din deng hate bilindkirin ku ‎destekê bidin berxwedana Îmraliyê û siyasetên Komploya Navneteweyî têk bibin, da ku bi ‎Rêber Ocalan re bijîn. Asya got, bi vê îsrarê em ê têkoşînê dewam bikin û bigihêjin ‎serkeftinê."‎   Ebdullahê di dawiyê de bang li CPT′ê û rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin û ‎rê bidin ku parêzer û malbat bi Ocalan re bicivin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Mîna erkeke nîştimanî divê ‎hemû hêzên kurdistanî bi pêşengtiya jin û ciwanan têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bikin. Em ‎PYD′ê têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna li ‎hemû qadan li Sûriye û cîhanê dewam bikin."‎   GIRKÊ LEGÊ   Bi heman armancê, şêniyên Girkê Legê ya Qamişloyê jî meşek li dar xistin. Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a li navçeya Girkê Legê ber bi kolana sereke ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Piştî meş gihaşt Qada Azadî, vegerî mîtîngê. Li wir li ser nave pêkhateya Ereb Salih Sefo axivî û da zanîn ku Komploya Navdewletî bi rêya tecrîdê dewam dike û got: "Dewama tecrîda li dijî Rêbertî dewama Komploya Navneteweyî ye."   Sefo da zanîn ku rêxistinên hiqûqî ne serbixwe ne û wiha domand: "Nîşane jî, revandina Rêber Ocalan ne rewa ye. Tiştê dibe jî dûrî xebata rêxistinên navneteweyî ye ku bê deng in. Ji ber ku ew dikeve xizmeta berjewendiyên wan."   Sefo destnîşan kir ku tecrîd dorpêçkirina fikrên Rêberê PKK'ê Ocalan e û got: "Rêber Ocalan beriya bibe rêber, ramyarekî mezin e. Çima azadî tê girtin? Çima fikrên hezkirin û lêborînê di girtîgehê de ne?"   Li aliyekî din jî hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan komployê têk birine. Ehmedê li ser navê pêkhateyan bêdengiya rêxistinên navneteweyî û paşguhkirina rêgezên NY′yê, mafên mirovan û banga gelan a têkildarî rewşa Ocalan, şermezar kir û got fikrên Ocalan niha li her maleke kurdan û Kurdistanê hene.   DÊRIK   Bi hezaran şêniyên Dêrik, herêmên Berav, Koçerat û gundên wê meşek li dar xist. Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, oldar û saziyên sivîl amade bûn. Şênî li Qada Azadî kom bûn û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve meşiyan û meş li wir vegerî mîtîngê.   Li vir Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.   Hiso wiha got: "Armanca komployê projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê bi bin ket, ji ber ku gel fikrê xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digire û têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê pêk anî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hev kom kirin." Hiso bal kişand ser komployê û wiha domand: "Hîna heta roja îro komplo bi rêya sûc û êrişên li dijî herêmê, hedefgirtina yekitiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike."   Ji bo sekna li hember êrişên qirkirinê Hiso got divê hevgirtin û têkoşîn bê bilindkirin û soz da ku metoda neteweya demokratîk a Ocalan pêk bînin.   Meş tevî dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Ocalan” bi dawî bû.   HESEKÊ   Bi hezaran pêkhateyên kurd, ereb, suryan ên navçeyên Til Temir, Hol, Şedadê yên kantona Hesekê li dijî komployê meşiyan. Meşvanan wêneyên Ocalan hilgirtin. Meşê ji Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer a Hesekê dest pê kir û heta Parka Rêbertî ya taxa Nasira dewam kir. Li vir, Hevserokê PYD`ê Salih Muslim axivî û komploya navdewletî ku ket sala 25`an şermezar kir.   Muslim bal kişand ser armancên komployê û got: “Armanc dûrxistina Rêber Ocalan û qutkirina wî ji gel bû. Lê dewletên komploger nizanin ku yên xwe şewitandine li dora Rêber Ocalan bûn xelekek ji agir. Wan dewletan fikrên Rêber Ocalan li ser berjewendiyên xwe xeter dît.”   Muslim anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe birêxistin dikin û wiha dom kir: “Serkeftina herî mezin xwedîderketina gel li fikrê Ocalan e. Ji lew re dewleta Tirk hewl dide projeya me ya demokratîk têk bibe, lê ew her car bi bin dikevin.” Muslim diyar kir ku ew ê bi ser kevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin û got, “Her kesê ku destê xwe di komploya navneteweyî de heye wê hesab bide.”   Endama Kongra Star a Hesekê Fatima Elî jî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê, hevkariya wan nîşan dide. Eliyê got: “Baweriya me heye ku bi azadiya Rêber Ocalan wê aştî pêk were. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî berxwedanê bidomînin.”   Bi navê Meclisa Rûspiyan a Hesekê jî Ekrem Mehşûş axivî û bang li gelan kir ku li kêleka Ocalan bisekinin û got: “Bi revandina Rêber Ocalan dewleta tirk nikarî fikrê wî tune bike, ev fikr zêdetir belav bû û hemû gelên bi demokrasiyê bawer dikin piştgirî danê.”   Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bûn.