Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr 2023-02-16 09:53:08   SEMSÛR - Li Semsûrê di encama erdhejê de zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Tiştên ku li Semsûrê qewimîn, ketin ber bojektîfa nûçegihanên MA’yê.    Di encama erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ên Mereşê de 10 bajar hilweşiyan. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Semsûr e. Heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezar kes derbas kir. Bi dehhezaran kes jî birîndar bûne. Tevî navend, navçe û gundan, bi hezaran avahî hilweşiyan û li gel bangawaziyan jî, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 37 saetan hatin bajar. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajar piştî 3 rojan hatin destpêkirin.    Bajarê Semsûrê terkî qedera xwe hatiye kirin û tiştên li Semsûrê qewimîn, ketin ber objektîfa Ajansa Mezopotamyayê (MA).      Di roja ewil a erdhejê de welatî hewl didin xizmên xwe yên di bin kavilan de bi derfetên xwe rizgar bikin.      Şeva ewil a erdhejê. Ji ber ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine, xelkê bajar li ser kavilan disekine, pileya hewa di bin sifirê de ye û gel li dora agirê li kolanan vêxistiye disekine.      Di roja duyemîn a erdhejê de hêjta tîmên AFAD’ê nehatine Semsûrê. Welatiyekî li Taxa Cumhuriyetê hewl dide xwe bigihîne hevjîna xwe ya di bin kavilan de.      Hêj tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine bajar. Jineke ku agahiyan ji xizmên xwe yên di bin kavilan de nagire, êdî serî hildaye.     Roja duyemîn a erdhejê ye û hêj jî tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine bajar. Ji bin kavilan deng tê û welatî bi werîsê peyda kirîn, hewl didin stûnên avahiyan rakin.      Roja duyemîn a erdhejê ye û welatî bi hawara Mert Kamer diçin ku dengê wî ji bin kavilan tê. Di encama hewldana gel de Mert Kamer ji bin kavilan tê derxistin.      Di şeva duyemîn a erdhejê de welatî bi derfetên xwe kemçeyek peyda kirine û heta nîvşevê li ser kavilan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomînin.      Dema tîmên lêgerîn-rizgarkirinê gihiştin bajar û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatine destpêkirin. Şaredariya Semsûrê tabeleya “Ji ber nerehetiya em didin derdorê lêborîna xwe dixwazin” daliqand.      Gora ku bi sedan kesên di erdheja Semsûrê de jiyana xwe ji dest dayîn li rex hev hatin definkirin û kêl û texteyên li ber serê wan hatine danîn.      Li Goristana Karapinarê êş û bêçaretî bi hev re ne.      Berteka ewil a welatiyê bi navê Mûrat Firat ku di roja 3’yemîn a erdhejê de ji bin kavilên avahiyeke 7 qat a li ser Cadeya Miftitiyê hatiye rizgarkirin.     Dema kemçe li ser kavilan xebatan didomînin û cenazeyên li rex kavilan hatine sekinandin.      Di roja 5’emîn a erdhejê de hêj tu kesî xwe negihandiye hinek gundan. Mirov di bin kavilan û berfê de ne.      Dema welatiyek ji bin kavilên mala xwe ya hilweşiyayî tiştên mayî berhev dike, di weste û bêhn vedide.      Avahiyê ku di roja ewil a erdhejê de qateka wê bi temamî dirûxe û du qatên wê jî xwar bûne, di roja 10’emîn a erdhejê de hêj mîna roja ewil disekine.      Kampanyaya alîkariyê ya li Şaxa Komeleyên Çanda Elewiyan a Semsûrê bi bi pêşengtiya Navenda Koordînasyona Krîzê hatine destpêkirin, bi hemû lez û beziya xwe didome.      Jina li pêşiya Apartmana Maşallah disekine ku 53 sal berê ji hêla bavê wê ve hatibû çêkirin û avahiya ewil a bajar e. Dibêje ku birayê wê stûnên avahî birîne û avahî ji vê sedemê hilweşiya ye.      Avahiya Serokatiya Şaredariya Semsûrê di erdhejê de hilweşiya û tenê tişta li pey wê saxlem mayî, tabelaya wê bû.      Li mala ku di erdhejê de xwar bûyî, dergûşek bi dîwarên malê ve hilayîstî ma.      Ji saetên destpêkê yên erdhejê ve gel bertek nîşanî Walîtiya Semsûrê da. Avahiya walîtiyê ku mîna qesrê ye, di erdhejê de mîna xwe ma û avahiya li pişt wê ku diviya bihata kontrolkirin, hilweşiya ye.      Êş û hêrsa di rûyê welatiyekî kal de ku bi rojan li derve di bin sermayê de mabû û niha li ber sobeya di bin konê de disekine.      Dilxwazên ku piştî hewldanên mezin konbajar ava kirin, bi xemgînî li dora agirê vêxistîn kom bûne û amadekariyan vexwarina çayê dikin.      Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên Şaredariya Bucayê ji bo rizgarkirina welatiyekî pir hewl didin. Welatî, hêj ji bin kavilan nehatî derxistin jiyana xwe ji dest dide. Kêliyên ku komên lêgerîn-rizgarkirin hev hembêz dikin û digirîn.      Hema hema tevahiya Semsûrê veguherî kavilan. Avahiya Midûriyeta Xizmetên Civakî ya Bajar ku di erdhejê de tiştek pênebûye û bêwatemayîna nivîsa wê ya “Di Malê de Bimîne Semsûr” ku bi tîpên mezin hatiye nivîsandin.      Kaleke ku cara duyemîn di erdhejê de mexdûr bûyî, hewl dide tiştên xwe yên di bin kavilan de derxîne.    MA / Ahmet Kanbal / Omer Akin