'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me' 2023-02-16 10:19:12   ÎZMÎR - Seroka ÎMO'yê yê Şaxa Îzmîrê Eylem Ûlûtaş Ayatar, diyar kir ku ji ber ku rêziknameyên qanûnî yên piştî erdheja Golcukê hatin çêkirin nayên pêkanîn, rûxandin ev qas mezin e û got: "Gelek akademîsyen û endezyarên me yên hêja hene. Divê em guh li wan bikin. Ger em wiha nekin, dê cardin heman tişt bê serê me."    Bandorên erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûn, didomin. Seroka Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Şaxa Îzmîrê Eylem Ûlûtaş Ayatarê, pergala kontrolkirina erdhejê ya Tirkiyeyê nirxand.    RÊZIKNAME NAYÊN PÊKANÎN   Ayatarê diyar kir ku piştî erdheja Golcukê ku di 1999'an de çêbû, bêkontroliya li welêt hatiye ferqkirin, lê dîsa jî heman pergal hatiye domandin û got: "Me hin tişt ji erdheja Golcukê hîn bûn. Ev yek rê li ber guherandina rêziknameyê vekir. Lê mixabin di erdheja 6'ê Sibatê de kifş bû ku ev rêzikname nehatine pêkanîn. Em ji her erdhejê tiştina hîn dibin. Lê di pêkanînê de hîn jî kêmasî hene."    ÎHMALKARΠ   Ayatarê bilêv kir ku piştî erdheja Golcukê bi taybetî li zanîngehan perwerdehî hatine dayîn û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) jî di vî warî de hin xebat kirine. Ayatarê ev tişt gotin: "Me der barê stoka avahiyan de tiştek nekir. Lewma îro ev tişt qewimîn. Di hin avahiyan de kêmbûna hesinan û malzemayn îhmalkariyeke mezin e. Bi rastî jî kontrolkirina avahiyan niha di înîsyatîfa muteahîdan de ye. Bi salan e em di warê teknîkî de hin hişyariyan dikin, lê mixabin me li qadê dît ku ev nayên pêkanîn. Şaşiya herî mezin, stoka avahiyan a heyî di ber çavan re nehatiye derbaskirin. Me dikaribû tevdîrê bigire. Belê, erdhejek çêbû ku bandor li gelek bajaran kir. Lê ger tevdîr bihata girtin, qet nebe me yê karibûne qismek jê rizgar bikira."    PLAN HEYE, ÎCRAAT TUNE YE   Ayatarê Plan û Stratejiya Erdhejê ya Neteweyî ku di sala 2011'an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin bibîr xist û got: "Dihat armanckirin ku ev plan ji sala 2011'an heya sala 2023'yan bê temamkirin. Tê de talûkeya erdhejê, tevdîrên divê bên girtin û tiştên ku divê piştî erdhejê bên kirin hatibûn plankirin. Piştî erdheja 1999'an em hîn bûn ku divê em çi bikin û me ev di planan d eda der. Di vir de bajar û avahî hatin pênasekirin. Ji van yek jê jî ew bû ku heya sala 2017'an diviyabû envantera avahiyên li Tirkiyeyê bê çêkirin. Lê yek ji van jî nehat kirin. Li herêma Stenbolê hin xebat hatin kirin. Piştî erdheja Îzmîrê jî me hin xebta kirin. Ev jî xebatên stoka avahiyan bûn."    GIRÎNGIYA ENDEZYARIYÊ   Ayatarê destnîşan kir ku ji bo careke din karesateke bi vî rengî çênebe, divê zanist esas bê girtin û got ku divê girîngiya endezyariyê bê zanîn. Ayatarê ku got "Ger kontrol bi destê endezrana neyê berdan dê heman karesat bên serê me" axaftina xwe wiha domand: "Herî dawî gava efûya îmarê hat derxistin, bêyî avahî ji aliyê endezyaran ve bên kontrolkirin welatiyan got 'Avahiya min biewle ye' û ew avahî hatin tescîlkirin. Beriya her tiştî divê em pêngavên ku pêşî mafê jiyan û hêwirandinê esas digirin pêş ve bibin. Dibêjin bila 'Endezyarên Japonyayê bên.' Na, pêdivî bi vê tune ye. Gelek akademîsyen û endezyarên meyên hêja hene. Divê em guh li wan bikin. Di warê teknîkî de divê endezyar li ser vî karî bin. Yan na ji bo me ne ders, dibe derd. Ger em wiha nekin, dê cardin heman tişt bê serê me."    MA / Delal Akyuz