Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere 2023-02-16 10:36:49   ENQERE - Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê pirsgirêkan kûrtir dike û bang kir ku tavilê ji biryara xwe ya perwerdeya dûrve vegerin.    Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biryara îktîdarê ya valakirina weragehên xwendekaran û perwerdeya dûrve daxuyaniyeke nivîskî weşand.    ‘MAFÊ PERWERDEYÊ TÊ ASTENGKIRIN’    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Taloqkirina perwerdeya li saziyên hîndekariya bilind û valakirina wargehên xwendekaran nayê qebûlkirin. Ev yek tê wateya astengkirina mafê perwerdeyê yê xwendekaran. Li şûna ku texrîbatên erdhejê ji holê rakin, îktîdar bi hewldanên nû texrîbatên mezintir çêdike û tevahiya civakê dikişîne nava krîzên piralî. Wargehên xwendekaran ji bo malbatan guncav nînin û divê mafê bicihûwarkirina bi sedhezaran mexdûrên erdhejê, bêyî astengkirina mafê perwerdeyê yê xwendekaran bê pêşwazîkirin.    Di dema şewba koronavîrûsê de pergala perwerdeya dûrve kete meriyetê û tu encamên ernî neda. Ji ber vê sedemê jî bi hezaran xwendekaran ji perwerdeya xwe qut bûn û ji dibistanên xwe bûni. Divê îktîdar tavilê ji vê biryara xwe vegere. Di heman demê de hewl didin di serdemeke wiha giran de nehêlin xwendekarên zanîngehê bên ba hev û tev li pêvajoyê bibin. Îktîdara AKP-MHP’ê li şûna çareserkirina pirsgirêkan, pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Divê îktîdar tavilê ji biryara xwe vegere û xwendekar dîsa li zanîngeh û wargehên xwe vegerin.”