Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye 2023-02-16 11:19:10   DÎLOK - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay ku li herêmên erdhejê yên Islehiye û Nûrdagiyê ye, da zanîn ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hêj berdewam in û wiha got: “Divê çareseriyên mayînde bikevin meriyetê û temînatê bidin gel. Nexwe li herêmên erdhejê xetereya şewbê pir zêde ye.”    Hevserokên giştî, parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha hewl didin bi rêya koordînasyonên navenda krîzê birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku li herêmên erdhejê yên Islehiye û Nûrdagiyê ye, têkildarî texrîbata li navçeyan axivî.    'DIBE KU MIROV JI SERMAYAN BIMIRIN’    Kemalbay, da zanîn ku hêj di roja 10’emîn a erdhejê de jî pêdiviyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê nehatine pêşwazîkirin û wiha got: “Li navçe û gundan kon hatine vedan lê belê li cem konan serşok, daşir û av tune ne. Xwegermkirin, pirsgirêkeke sereke ye. Kon, mîna cemedê ne û dibe ku mirov hîpotermiyê derbas bikin û jiyana xwe ji dest bidin. Ji bilî piştevaniya gel, li vir tiştekî din nîne. Di mexdûrên erdhejê de nediyareke mezin heye. Mexdûr pirsa; ‘Gelo dê çi bi mexdûrên erdhejê bibe? Dê li ku bimînin? Dê çawa bijîn’ dikin. Ji ber ku dewletê hêj jî di vê mijarê de daxuyaniyeke ku mirov pê qaneh bibin nedaye. Avahiyên her kesî yan bi temamî hilweşiyan e yan jî xesareke mezin gihiştiyê. Xelk, ji kar û avahiyên xwe bûn. Lewma jî jiyana li van herêman êdî sekinî ye. Divê temînatekê bidin xelkê herêmê.”    'AV TUNE YE’    Bi domdarî Kemalbay diyar kir ku xelkê gundê Fevzî Paşa yê navçeya Islahiyeyê ev bû 9 roj ku hêj serê xwe neşûştine û wiha domand: “Xetereyeke mezin a şewbê heye. Sewalên gundiyan di bin kavilan de ma ne. Nikarin sewalkariyê bikin. Traktorên kesên çandiniyê dikin û wesayîtên wan ên din di bin kavilan de mane.  Lewma divê pirsgirêkên wan tavilê bên çareserkirin. Gelo ma ev dewlet nikare tankereke avê bîne gund? AFAD’ê li gund 20 kon vedane lê li cem wan daşir nehatine çêkirin. Av tune ye. Gelo ma vedana konan wiha dibe? AFAD li vir veguheriye karesatê. Mirovan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Niha jî bi şewb û mirinê re rû bi rû tên hiştin.”    'DIVÊ TAVILÊ JIYANA LI VÊ DERÊ ASAYÎ BIBE’   Kemalbay, destnîşan kir ku li navçeyê tenê du xebatkarên tespîtkirina xesarê dîtine û axaftina xwe wiha qedand: “Li vê navçeya ewqas mezin tenê du karmendên dewletê xebatê dimeşînin. Dema em diçin gundan pirsa ‘Dê çi bibe?’ ji me tê kirin. Divê ev prosedûr bên hêsankirin û tavilê bên kirin. Ji ber ku welatî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Welatiyên li gundan ji bo tespîtkirina xesaran serlêdan kirine lê belê jê re gotine ‘wezaret xebatên tespîtkirina xesarê didomîne’ û paşve şandine. Rakirina kavilan dane ber îhaleyê. Ji gel re dibêjin; ‘xwe li benda îhaleyê bigirin.’ Piştî rakirina kavilan jî dê dest bi xebatên tespîtkirina xesaran bikin. Belê em baş bi feraseta îhaleyan a vê îktîdarê dizanin. Divê di serî de ne îhale lê ji ewil gel ji bin kavilan bê derxistipn. Divê gel li jiyana xwe ya asayî vegere. Dibistan tên girtin, pêşeroja gel tê taloqkirin. Divê li dijî vê yekê, tavilê plana derketina ji erdhejê bê amadekirin. Divê tavilê ji bo cihê mayînê çareseriyên mayînde bên pêşxistin. Divê mîna AFAD’ê konan nedin welatiyan û biçin. Divê li cihê konan daşir, serşok û av bê danîn. Her wiha divê telefon, înternet û sotemenî bêpere be. Jixwe ji bilî bedenên wan, tu tiştekî wan nema ye. Heke dewleteke hebe, divê ji bo vê hebe. Divê pirsgirêka ceyranê bê çareserkirin. Ev yek tiştên zehmet nînin lê ji ber ku koordînasyon û organîzasyon tune ye, nakevin meriyetê.”