Buldan dê biçe Bazarcixê 2023-02-16 11:54:57   MEREŞ - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe Bazarcixê ku qeymeqamê wê li navenda koordînasyona krîzê qeyûm tayîn kiribû û dê tev li xebatên belavkirina alîkariyan bibe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmê bi mebesta piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, alîkarî li Navenda Alîkariyan a Hasankocayê kom dikirin û belav dikirin. Lê belê Qeymeqamê Bazarcix a Mereşê li navendê qeyûm tayîn kir. Tevî astengkirinên dewletê jî HDP, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmê alîkariyên hatin digihînin mexdûrên erdhejê.    Serdanên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ên li herêmên erdhejê berdewam in. Buldan, piştî serdanên li Dîlok û Islehiyeyê, dê îro jî biçe Bazarcixê. Şandeya bi serokatiya Buldan ku Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter, endamên Navenda Koordînasyona Krîzê û dilxwazan pêk tê, îro dê li Bazarcixê tev li xebatên belavkirina alîkariyan bibin.