Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne 2023-02-16 13:08:03   MEREŞ - Berberên ku bi dilxwazî hatin navçeya Bazarcixa Mereşê ya erdhej lê çêbûyî, li kêleka konan mexdûren erdhejê traş dikin.    Li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê li aliyekî xebatên rakirina kavilan didomin li aliyê din pêdiviyên bingehîn ên welatiyan tên pêşwazîkirin. 16 jê jin 46 berberên ji navçeya Yahşîhan a Kirikkaleyê hatin bajêr, dest bi traşkirina welatiyan kirin. Berberan li kêleka konên li Taxa Fatîh dest bi kar kirin.    Her berberê ku ji bo makîneyên bi ceyranê dixebitin jeneratorê bikartînin 50 kes traş kirin. Li qada ku berber lê ne, welatiyên ku bi rojane nekarin traş bibin ketin rêzê. Welatiyan telefonên xwe weke eynikê bikaranîn.    Yek ji berberên dilxwaz Mûsa Gundogan, anî ziman ku bi armanca piştevaniyê wê xebatên xwe li Bazarcixê bidomînin.   MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok