Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin 2023-02-16 14:26:14   ENQERE - Wezareta Dadê bi sedema erdhejê xwest ku pêvajoya serlêdanên ji bo DMME’yê hatine kirin û yên dê bên kirin bên taloqkirin.    Serokê Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê Haci Açikgul, ji Midûra Karên Nivîsan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Marialena Tsirli’yê re nameyek şand û xwest ku ji ber erdheja Mereşê, bila pêvajoya serlêdanên ji bo DMME’yê hatine kirin û yên dê bên kirin ên herêmên erdhejê ji bo 2 mehan û yên li bajarên din jî ji bo mehekê bên taloqkirin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku 13,5 milyon kes ji erdhejê bibandor bûne. Her wiha hat bibîrxistin ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) hatiye ragihandin û ev tişt hatin gotin: “Tirkiyeyê di çarçoveya berpirsyariyên mewzûatên neteweyî û yên navneteweyî de li gorî qanûnan tevdîrên xwe girtine.”