Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne 2023-02-16 16:16:38   HATAY - Li konbajarên Îskenderûnê ku ji hêla Heyva Sor û AFAD’ê ve hatine avakirin ne ceyran û ne jî av, sobe û daşir hene.    Di encama erdheja Mereşê de li navçeya Îskenderûn a Hatayê hilweşîneke mezin çêbû. Tevî ku bi ser erdhejê re 11 roj derbasbûne jî hêjta pirsgirêka cihê lêmayînê nehatiye çareserkirin. Li hinek herêmên navçeyê Heyva Sor û AFAD’ê konbajar ava kirine lê li kampan pirsgirêka ceyran, av, germkirin û daşirê berdewam e. Li hinek noqteyên navçeyê jî konteynirên nû tên danîn.    'CIHEKÎ KU EM BIÇIN WÊ DERÊ TUNE YE’   Heyva Sor û AFAD’ê konbajar li qada bazara semtê ya li Taxa Pinarbaşiyê di nava kavil û molozan de ava kiriye. Li konbajarê behsa xeberê pirsgirêka ceyran, av, germkirin û daşirê hene. Gelemperî penaberên sûriyeyê ku mexdûrên erdhejê ne lê dimînin. Welatiyên li kampê dimînin wiha dibêjin: “Ne ceyran ne jî av heye. A herî girîng jî daşir tune ne. Ji bo zilaman pirsgirêk nîne lê ji bo jinan pirsgirêkeke mezin e. Em ji neçarî li vê derê dimînin. Ji ber ku cihekî em biçinê tune ye.”    ‘KONAN NADIN ME’   Mexdûrekî din ê erdhejê jî diyar kir ku bi zor û zehmetî ji xwe re konek dîtine û ev tişt anî ziman: “Konan nadin me. Dibêjin, herin kampan. Lê li kampan ceyran û av tune ye. Me daxwaza konteynirê kir. Ji me re gotin, em didin xwediyên avahiyan. Em terkî qedera xwe hatine kirin.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen