Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin! 2023-02-16 17:03:00   HATAY - Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê da zanîn ku ji 15 girtiyên efrînî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê dihatin ragirtin û piştre jî hatine sewqkirin, agahî nayên girtin.    Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê dihatin ragirtin, di 7’ê sibatê de serî hildan û qawîşên xwe şewitandin. Komîsyonê diyar kir ku piştî serîhildana girtiyan, girtî li girtîgehên cuda hatine sewqkirin û nayê zanîn bê ka girtiyên efrînî ber bi ku ve hatine sewqkirin.    Endama Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê parêzer Mehtap Sert da zanîn ku girtiyên bi navên F.K., O.M., E.A., A.M., Î.B., M.C.,C.M., Î.M., A.O., A.S.T., Y.Y., N.D. M.Ş., M.H. û M.M.K. ên efrînî li girtîgehên cuda hatine sewqkirin lê têkildarî deverên lê hatine veguhestin tu agahî li ber destê wan nînin. Sert, têkildarî mijarê wiha got: “Tenê Duzyer Kurdî li xaltiya xwe geriyaye û da zanîn ku li Samsûnê hatiye sewqkirin. Lê belê fikarên me yên têkildarî girtiyên din de her ku diçe zêdetir dibin. Heta niha jî têkildarî rewşa wan tu agahî nehatine dayîn. Tevî hemû hewldanên me jî heta niha me tu muxatab nedîtine. Divê Wezareta Dadê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne û wijdana raya giştî rehet bike.”