Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir 2023-02-16 18:27:40   AMED- Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, bang li kesên ku piştî erdhejê fiyetê kirêyan biha kirine kur û got ku yan na dê navê van kesan yeko yeko eşkere bikin.    Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, têkildarî kesên ku piştî erdheja li Mereşê li Amedê fiyetê kirêyan biha kirine daxuyanî da. Ji Rêveberiya Navenda Krîzê ya Erdhejê ya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê Zulkuf Guneş metna daxuyaniyê xwend.    'GER BIDOMÎNIN EM Ê NAVÊ WAN EŞKERE BIKIN'   Guneş, destnîşan kir ku piştevaniya hevpar a gel, rêxistinên civaka sivîl û sazî dezgehan a piştî erdhejê ji bo gel bûye hêvî. Guneş diyar kir ku piştevaniya ku tê kirin divê ji bo kesên piştî erdhejê bê mal mane bê kirin û got ku gelek kes serî li Navenda Krîzê ya Erdhejê didin û dibêjin piştî erdhejê fiyetê kirêyan du qat biha bûye. Guneş ev tişt ragihandin: "Di vê pêvajoyê de rêxistinên civaka sivîl, kargehên taybet û gelê me yê hestyar deriyên warên xwe ji bo gel vekirine. Lê li bajarê me, liv û tevgerên wisa keysbaz li dijî vî ruhê piştevaniya awarte ye û ne exlaqî ye. Em bang li van kesên ku karesatê wekî keysê dibînin dikin û dibêjin demildest dest ji vê helwesta xwe berdin. Yan na hem di warê hiqûqî hem jî di warê wijdana civakî de em ê van kesan û vê ferasetê yeko yeko eşkere bikin."