SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin 2023-02-16 19:25:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku cenazeyên hezar û 702 kesên li Tirkiyeyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ber bi Sûriyeyê ve hatine şandin.    Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku cenazeyê hezar û 702 penaberên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, radestî Sûriyeyê hatine kirin. Li gor daxuyaniyê hezar û 479 cenaze di sînorê Bab el-Havayê (Cîlvegozu), 166 cenaze di sînorê Bab el-Salam (Oncupinar), 22 cenaze di sînorê El Raiyê (Çobanbey), 20 cenaze di Cerablûsê û 15 cenaze jî di Cindirêê re hatine şandin.