Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin? 2023-02-17 09:04:04   RIHA - Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke û Cîgira Seroka Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş der barê mafên qanûnî de yên welatiyên ku di erdhejê de malên wan hilweşiyane û di dema xebatên tespîtkirina xesarê de ji bo malên wan biryara hilweşandine hatiye dayîn de axivîn û gotin ku di vî warî de çi alîkarî hewce be dê bikin.   Li Rihayê ku bandor ji erdhejên Mereşê girtibû, piştî bi dawîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xebatên tespîtkirina xesarê hatin destpêkirin. Dema ku ji aliyê pisporên avahiyan ve biryara hilweşandina hezar û 122 avahiyan hat dayîn, mexdûriyeta welatiyan hat nîqaşkirin. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî nîqaşan ji ajansa me re axivîn.   Parêzer Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku îtîrazên ji bo avahiyên ku biryara hilweşandine ya bi lezgînî hatiye dayin 3 roj in, lê mafê îtîrazê ji bo 10 bajarên ku ji erdhejê bandor girtine heta 6’ê Nîsanê hatiye taloqkirin û ev tişt gotin: “Heke îtîraz bên qebûlkirin, biryara hilweşandinê wê betal bibe. Divê welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyane bi wêne û dîmenan polîçeya DASKê û sîgorteyên avahiyê belge bike û serî li şîrketa ku sigorteya wan avahiyan kiriye bide.”   ‘DIVÊ KAVIL PIŞTÎ DELÎLAN BÊN RAKIRIN’     Oyke destnîşan kir ku welatiyên ku xwedî sîgorteya erdhejê nîn in divê dewlet alîkariya wan bike û got ku di vê mijarê de hiquq nikare alîkariya wan bike. Oyke anî ziman ku divê xebatên rakirina kavilan piştî tomarkirina delîlên avahiyên ku hilweşiyane divê bê rakirin, lê heke Serdozgeriya Komarê tevî ew qas avahiyan jî neke an jî li ser nesekine, divê welatî bi xwe tomarkirina delîlên avahiyên hilweşiyayî bikin. Piştî tomarkirina delîlan divê kavil bên rakirin. Weke OHD em amade ne di vê pêvajoyê de desteka hiqûqî ya pêwîst bidin welatiyan. Dema welatî serî li komeleya me bidin, em ê di warê hiqûqî de piştgiriya wan bikin."   ‘DIBE KU WINDAHIYÊN MAFAN ÇÊBIBIN’   Parêzer Gulîstan Paydaşê jî diyar kir ku wan Baroya Rihayê ji roja ewil a erdhejê û vir ve maseya krîzê ava kiriyee û wiha got: "Heta niha der barê xwediyên xaniyan û kirêdaran de ku biryar hatiye dayîn avahiyn wan hilweşin, tu daxuyanî nehatine dayin. Nehatiye diyarkirin ku welatî dê li ku derê bijîn jî. Mixabin di qanûnê de rêziknameyeke ku welatiyan biparêze nîn e. Ji ber vê yekê dibe ku windahiyên mezin ên mafan çêbibin.”    'EM Ê PIŞTGIRIYA WELATIYAN BIKIN’   Paydaşê anî ziman ku ji bo mafê welatiyan binpê nebin wan ji Dadgeha Ceza ya Sulhê tespîtkirina xesarê xwestiye û wiha got: “Ji îro pê ve li 4 avahiyan lêgerîn tê kirin. Ji bo her dosyeyê, du hevalên me yên parêzer û endezyarek li derve wek çavdêr li cihê keşfê ne. Dê ji wir mînak bên girtin û tevdîrên pêwîst bên kirin û di doza tazmînatê de bi van nimûneyan encamên pêwîst bên bidestxistin. Ji bo ku welatî mafên xwe yên hiqûqî bizanibin em ê pirtûkeke rêberiyê amade bikin. Heke welatî serî li baroya me bidin em ê piştgiriya wan bikin û rê li ber wan bixin. Banga me ji welatiyên me yên ku avahiyên wan hatine hilweşandin ew e ku ji bo alîkariyê serî li baroya me bidin.”