Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne 2023-02-17 09:06:00 STENBOL - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku di avakirina "Komara Demokratîk" de kurd xwedî roleke sereke ne û got: "Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bûye sedema nivîsandina vê dîroka bisabiqe ya sedsalî. Di destpêka sedsala duduyan de divê ders ji vê bê girtin û pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev û demokratîk bi destûreke bingehîn a sivîl û aştiyane ve bê girêdan."    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên parêzerên Buruya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de jî an nayên bersivandin an jî bi awayekî neyînî tên bersivandin. Serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê jî jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" yên 3 mhecan carekê li Ocalan tên "birîn" tên astengkirin.    Li dijî tecrîda li Îmraliyê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropayê çalakî didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di navbera 4-5'ê Sibatê de di çarçoveya formula "Komara Demokratîk" a Abdullah Ocalan de konferansek li dar xist. Gelek rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û siyasetmedar tevlî konferansê bûn. Ji beşdarên konferansê Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal diyar kir ku di avakirina "Komara Demokratîk" de kurd xwedî roleke sereke ne û got: "Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bûye sedema nivîsandina vê dîroka bisabiqe ya sedsalî. Di destpêka sedsala duduyan de divê ders ji vê bê girtin û pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev û demokratîk bi destûreke bingehîn a asivîl û aştiyane ve bê girêdan."    METNA MUTABAQATÊ   Bîrdal destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîda li ser Abdullah Ocalan girêdayî pirsgirêka kurd e û got ku bi konferansê re polîtîkayên nijadperest û cihêkar ên rejîma komara sedsalî hatin lêpirsînkirin. Bîrdal bilêv kir ku ji bo ku li welêt jiyaneke wekhev û azad bê avakirin divê Metna Mutabaqata Destûra Bingehîn bê çêkirin û got: "Ev, heya ku bi destûra bingehîn neyê mîsogerkirin dê mafên mirovan û azadî her bên tecrîdkirin."    RÊYA ÇARESERIYÊ TÊ XITIMANDIN   Bîrdla bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û got: "Tecrîd bi tena serê xwe binpêkirina mafên mirovan e. Israra di tecrîdê de, israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Tecrîd, li dijî mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê ye. Feraseteke ku rêya çareseriyê dixitimîne."    Bîrdal destnîşan kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê polîtîkaya tecrîdê ji holê bê rakirin û got: "Ger îro tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, dê têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd, rêya diyalogê vebe ji bo jiyaneke azad, wekhev û pevre. Li dijî tecrîdê divê guh li dengê rêxistinên hiqûqê û girseyên demokratîk bê kirin. Wekî tê zanîn ev mesele tenê ne meseleya gelê kurd û Tirkiyeyê ye, êdî bûye meseleyeke navneteweyî. Nîşaneya herî girîng jî, 'Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê' ye ku forûmek li dar xist. Di vê forûmê de li dijî tecrîdê aştiyeke mayinde hat destnîşankirin. Êdî ji dêvla kûrkirina polîtîkayên tecrîdê, divê guh li dengê aştîxwazan bê kirin."    Bîrdal ku got di avakirina "Komara Demokratîk a Nû" de kurd xwedî roleke sereke ne wiha axivî: "Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bûye sedema nivîsandina vê dîroka bisabiqe ya sedsalî. Di destpêka sedsala duduyan de divê ders ji vê bê girtin û pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev û demokratîk bi destûreke bingehîn a asivîl û aştiyane ve bê girêdan. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe."    Her wiha Bîrdal bêdengiya saziyên navneteweyî ya ji bo tecrîdê jî rexne kir û îşaret bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan kir.    POLÎTÎKAYA DURÛ   Bîrdal bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê ku îmze danîne bin gelek peymanan, Parlementoya Ewropayê, Rêxistina Ewlehî û Tevkariyê (AGÎT) û Komîsyona Venedîkê kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Bîdal wiha domand: "Hêzên navneteweyî, demildest divê dest ji van polîtîkayên dijminatiyê berdin. Ez vê yekê bi bêdengî û durîtiya ve girêdidim. Bi ya min saziyên navneteweyî ketine bin bandora desthilat û dewletan. CPT hevdîtin bi Îmraliyê re kir an na? Ger kiribe çima rapora xwe eşkere nake? Rewşa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wisa ye. Bi vî awayî cîhana rojavayê ya kapîtalîst ji berpirsiyariyên xwe yên di warê mafên mirovan û azadiyan de dûr dikevin."    TÊKOŞÎNA JINÊ   Bîrdal bibîr xist ku ew ketine sala 25'an a komploya navdewletî û got ku fikirên Abdullah Ocalan ji aliyê gelan ve esas tên girtin. Bîrdal di dawiyê de wiha domand: "Abdullah Ocalan, bû pêşengê şiyarbûna gelekî. Beriya her tiştî Abdullah Ocalan di nava têkoşîna azadiya jinê de nasnameyek da ber jinê û îro felsefeya wî ya 'jin, jiyan, azadî' li seranserê cîhanê pêl bi pêl belav dibe. Ev felsefe, meşaleya ewil a Rêberê PKK'ê ye û ev meşale di têkoşîna azadiya jinê de vêdikeve û dê qet netemire. Hêvîdar im di vê sedsala nû de dê komploya navdewletî bi dawî bibe û bi vîneke xurt Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan."    MA / Esra Solîn Dal