‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’ 2023-02-17 09:27:04   AMED - Hevşaredarên Sûr û Bismilê ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin diyar kirin ku heke li ser peywira xwe bûna, dê hemû derfetên şaredariyê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bikirana û wiha gotin: “Di giranbûna bîlançoyê de para polîtîkaya tayînkirina qeyûman jî heye.”    Di 6’ê sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke rûxîner li ser 10 bajaran kir. Di encamê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran jî birîndar bûn. Heta 48 saetên detpêkê jî dewletê tu mudaxele nekirin û mexdûrên erdhejê pêvajoyeke giran derbas kirin. Ji roja destpêkê ve bi pêşengtiya HDP’ê navendên koordînasyona krîzê hatin avakirin û hewl dan birînên gel derman bikin. Di karesateke wiha mezin de şaredariyên bakurê Kurdistanê yên qeyûm lê hatine tayînkirin, di mijara alîkarî û piştevaniyê de hema hema tu tişt nekirin.    Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û yê Bismil a Amedê Orhan Ayaz têkildarî mijarê axivîn û gotin ku yek ji sedemên giranbûna rewşa li herêmên erdhejê jî polîtîkaya tayînkirina qeyûman e.    Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de û saziyên dewletê 48 saet piştî erdhejê mudaxaleyî herêmên erdhejê kirin û wiha got: “Ev ne cara ewile ku erdhej çêdibe. Beriya niha jî li Wanê çêbûbû. Her wiha li Êlihê bendav teqiya û bajar di bin avê de ma. Wê demê şaredarî di destê me de bûn û me jî hemû derfetên xwe seferber kirin. Gelek derfetên şaredariyan hene lê qeyûm bi kar nayînin. Heke ev şaredarî di destê me de bûna, dê me hemû derfetên xwe pêşkeş bikira.  Mexdûrên erdhejê bi bertek in û dibêjin tu alîkarî ji wan re nehatine. Em dikarin bibêjin ku tevahiya alîkariyan ji hêla rêxistinên civaka sivîl, partiyên gel û gel bi xwe ve hatin kirin.”   ‘AFAD ALÎKARIYÊ JI ME DIXWAZE’    Bi domdarî Buluttekîn got ku AFAD û Heyva Sor nikarin rewşên krîzê birêve bibin û ev tişt anî ziman: “Alîkariyê ji hevalên me dixwazin. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di roja ewil de maseya krîzê ava kir. 180 cihên kombûnê hatin diyarkirin. Hevalên me li wan deran bênavber digerin û pêdiviyên wan pêşwazî dikin. Koordînasyoneke baş heye. Ji goristanê heta kavilan, morgan û nexweşxaneyan, di her qadê de dixebitin. Di qada tenduristî û psîkolojiyê de jî xizmetê didin.”   ‘QEYÛM NE JI GEL Û NE JÎ JI BAJAR FÊM DIKE’    Buluttekîn got ku di giranbûna bîlançoya li herêmên erdhejê de para qeyûman jî heye û ev nirxandin kir: “Qeyûm ne ji gel fêm dike û ne jî bajar nas dike. Gel li hemberî qeyûma pir bi bertek e. Ji ber ku gel di roja ewil a erdhejê de bi destên xwe mirî û birîndarên xwe ji bin kavilan derxist. Êrişî xebatkarên dilxwaz kirin. Bi kurtasî gotin; ‘di bin kavilan de bimrin.’ Lewma jî hejmara miriyan zêde bû. Gel vê nêzikatiyê heq nake. Kon hatine vedan lê ne daşir û ne jî mitbex hene. Gelek nexweşên bêhnkurtk, SMA û penceşêrê hene lê wan qet nafikire. Gelo ev nexweş dê li ku razên?”   ‘HEKE QEYÛM NEBÛNA DÊ EV REWŞ DERNEKETA HOLÊ’   Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî diyar kir ku 6 şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm tayînî wan nehatine kirin li qadan in û wiha pê de çû: “Heke em li ser peywira xwe bûna, dê rewşeke wiha derneketa. Vîna gel bi rêya qeyûman hate xespkirin lewma me nekarî alîkariyê bidin gelê xwe. Xizmetên me yên beriya tayînkirina qeyûman ber çavan e. Di sala 2014’an di dema êrişa DAIŞ ê de bi  dehhezaran mirovên me koçberî Amed, Merdîn, Wan û Êlihê bûn. Ji ber ku ev şaredarî di destê me de bûn, me bi hemû derfetên xwe alîkarî da wan. Lê belê dewlet, hikûmeta AKP û MHP'ê 48 saet piştî erdhejê dest bi xebatê kirin. Ev jî nîşan dide ku AKP û MHP’ê gel bi mirinê re rû bi rû hişt.”    ‘ME HEMÛ DERFETÊN XWE SERFERBE KIRIN’    Ayaz, axaftina xwe wiha qedand: “Li gel ku em ji peywirê hatine girtin jî em bi gelê xwe re ne. Niha 6 şaredariyên me hene û ev şaredarî ji roja ewil ve hemû derfetên xwe seferber kirine. Vê jî bi xwe re encamên erênî anîn. Gel bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Ne dewletê û ne jî şaredariyên qeyûman tiştek nekirin. 48 saet piştî erdhejê çûn û vê jî encamên giran bi xwe re anîn. Gel pir bibertek e. Em dixwazin ku gel alîkariyên xwe bidomîne. Em ê bi gelê xwe re birînên xwe derman bikin.”   MA/ Mehmet Guleş - Zerrîn Sargut