Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî 2023-02-17 10:18:10   DÎLOK - Li navçeya Nûrdagiyê ku ji ber erdhejê dem û duz bûye xwediyê avahiyek ku qatek qaçax lê derket û niha tê hilweşandin, bi gotinên xwe sedemê ku navçe ber bi hilweşandinê ve hatiye birin wiha dibêje, “Qatek an daîreyek bide şaredar, heta tu bixwazî dikarî qatan lê bikî.”    Di erdhejên navenda wê Mereş bû çêbûn de li gorî xebatên tespîta xesarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê; cihê ku herî zêde ku erdhejê hilweşandin lê pêk aniye navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ye.     Li navçeyê li ser 10 hezar û 579 avahiyan lêkolîna tespîta xesarê hat kirin. Li gorî lêkolînê divê 4 hezar û 787 avahî bi lezgînî bên hilweşandin. Hat zanîn ku bi piraniya avahiyên hilweşiyane ew avahiyên di pênc şeş salên dawî de pir qatî û blokî hatine çêkirinê ne. Hat diyarkirin ku piraniya avahiyan ji aliyê CCK Grup ve hatine çêkirin. Derket holê ku xwediyê vê şirketa CCK Grup Yûnûs Kaya ye û endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagiyê yê AKP’ê ye.    AVAHÎ PIŞTÎ 2001’Ê HATINE AVAKIRIN    Li gorî Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) eşkere kiriye; li 10 bajarên ku erdhejê tesîrê li serê kiriye welatî ji nîvî zêdetir di avahiyên ku piştî 2001’ê hatine avakirin de diman.    24 SAL IN MHP Û AKP NAVÇEYÊ BI RÊ VE DIBE    Di 24 salên dawî de şaredariyên di bin rêveberiya MHP’ê û AKP’ê de li navçeyê li ser kar bûn. Niha jî şaredarî di destê AKP’ê de ye û Şaredarê Navçeya Nûrdagiyê Okkeş Kavak e.    Di serdema AKP’ê de li navçeyê avahiyên pir qatî hatin avakirin. Di avakirina avahiyên li navçeyê de kesên ku ji înşaetê sûd girtin, kesên AKP’yî ne. Yek ji van jî xwediyê şirketa CCK Grupê Yûnûs Kaya ye û ew niha di heman demê de endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’ê ye.    HERÎ ZÊDE MIROV DI AVAHIYÊN CCK’Ê DE MIRIN E    Li Nûrdagiyê herî zêde avahiyên ku hilweşiyan e ew avahiyên di pênc şeş salên dawî de hatine avakirinê ne. Di erdhejê de avahiyên ku bi temamî hilweşiyan û gelek welatî di bin de jiyana xwe ji dest dan Avahiya Yûnûs Kaya, Avahiya CCK û konutên Yaşamê ne. Muteahîdê avahiyan jî CCK Grûp e. Firotina daîreyên avahiya Yunus Kaya di sala 2016’a de û Konutên CCK Yaşamê jî di çileya 2020’an de hatine kirin.    ÎHALE BI NELIRÊTIYÊ HATINE KIRIN    Her wiha li navçeyê tê gotin ku Yûnûs Kaya ji bo îhaleyan werbigire gelek sazî û berpirsên saziyên dewletê jî xistiye dewrê. Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Çandiniyê û Daristanê, Wezareta Perwerdehiyê û Petrolên Tirkiyeyê ji CCK Grûp re bûye referans.    Derket holê ku ji avahiyên li navçeyê hilweşiyane ji sedî 70’ê van avahiyan aydê CCK Grûpê ne.      CCK’Ê MALA ŞÎNÊ JÎ ÇÊKIRIYE    Li gorî agahiyên di malpera înternetê ya Grûbê de ku cih digire, şîrketa CCK’ê malek şînê jî ava kiriye û hê jî avahiya mala şînê neqediyaye.    YÛNÛS KAYA NEHATIYE BINÇAVKIRIN    Piştî erdhejê gelek muteahîdên avahiyan xwestin birevin lê hatin binçavkirin. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 12’ê sibatê de daxuyand ku di çarçoveya lêpirsînên hatine destpêkirin de 134 gumanbar hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên di medyayê de cih digirin heta niha li navçeyê 14 kes hatine girtin. Lê belê nayê zanîn ku ka Yûnûs Kaya hatiye binçavkirin an hatiye girtin an na.    XWEDIYÊ AVAHIYÊ LI XWE MIKÛR HAT    Li taxa Aslanli ya navçeyê li ser rêya Mereşê avahiyek hiweşiyaye. Welatiyek li ber avahiya wî ku hilweşiyaye sekinî ye. Me pirsa, “Li gorî plana avadaniyê divê ewqas qat neyên lêkirin, we çawa ewqas qat lê kir?” jê kir. Welatî wiha bersiva pirsa me da: “Dema tu qatek an daîreyek diyarî şaredar bikî, heta tu bixwazî dikarî qatan lê bikî. Kes jî nabîne.” Em têkildarî îdiayan li endamên Meclisa Şaredariyê geriyan lê kesî bersiva telefona me neda.    NELIRÊTIYÊN KU NAVÇEYÊ DEM Û DUZ KIRINE   Têkildarî îdiayên ku bajêr wêran kiriye, agahiyek zelal nehatiye kirin. Hema bêje derfet tune ye ku meriv xwe bigihîne belgeyek fermî. Nayê zanîn ku ka gelo wê rayedar têkildarî îdaiayên li bajêr daxuyaniyekî bidin an na. Her wiha nayê zanîn ku derbarê nelirêtî û bêrêbaziyên li navçeyê hatine kirin ka lêpirsîn û doz hatine destpêkirin an na.    Îdiayên tên kirin li benda bersivê ne. Lê belê rastiyek heye ku ji sedî 80’ê navçeyê hilweşiyaye. Avahiyên ji sedî 20 mane jî nayên bikaranîn.    MA / Bêrîvan Kûtlû