Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax 2023-02-17 10:34:22   SEMSÛR - Semsûr di erdheja Mereşê de weran bû. Hat tespîtkirin ku stûnên gelek avahiyên hilweşiyayîn hatine birîn û di gelek avahiyan de jî qatên qaçax hatine çêkirin.    Yek ji bajarên ku di encama erdhejên Mereşê de rûxîneke mezin lê çêbûyî jî Semsûr e. Li gorî daneyên nefermî; di encama erdhejê de li navçeya navendî ya Semsûrê 960 avahî hilweşiyan e. Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê; ji bo 3 hezar û 554 avahiyên ku xesareke mezin gihiştiyê biryar hatiye dayîn ku tavilê bên hilweşandin. Li gel apartmanan, her wiha avahiyên şaredariyê, AFAD, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, PTT, Turk Telekom û Midûriyeta Rêveberiya Daristanan jî di erdhejê de hilweşiyan e.    Balkêşe ku qatên gelek avahiyan ên jor saxlem hatine çêkirin lê qatên jêr hilweşiyane. Di hinek avahiyan de jî qat di nav hev de çûne.    HILWEŞÎNA HERÎ MEZIN LI SER CADEYA WALÎTIYÊ ÇÊBÛYE    Deverên herî zêde hilweşîn lê çêbûye jî Cadeya Miftîtiyê ku Walîtiya Semsûrê jî li ser wê cadeyê ye, Cadeya Karapinarê, Taxa Nû, Alî Paşa, Sumerpark û Taxa Cumhuriyetê ne. Ji bilî avahiya xizmetê ya Edliyeya Semsûrê ku nû hatiye çêkirin, hema hema tevahiya avahiyên li ser Cadeya Miftîtiyê hilweşiyane. Gelemperiya van avahiyan navendên kargehan bûn ku qatên wan ên herî jêr weke galerî, market, maxazaya mobîlyayê û banqeyan hatine bikaranîn û bi temamî hilweşiyane.    STÛN HATINE BIRÎN   Hat tespîtkirin ku di tevahiya avahiyên li ser Cadeya Miftîtiyê hilweşiyayîn de stûn hatine birîn. Her wiha hat tespîtkirin ku avahiyên qatên wan ên jor saxlem mayîn û qatên jêr jî hilweşiyayîn jî stûnên wan hatine birîn.    QEYDÊN TAPÛYÊ Û MEWCÛD JI HEV CUDA NE   Xebat ji hêla Serdozgeriya Komarê û endezyarên girêdayî wezaretê ve tên kirin û di vê çarçoveyê de tapûyên bi sedan avahiyan hatin lêkolînkirin. Li gorî agahiyên endezyarekî di xebatan de cih digire dane; di xebatan de qeydê tapûyê û rewşa mewcûd dane ber hev hatiye tespîtkirin ku di gelemperiya avahiyan de qatên qaçax hatine çêkirin. Endezyar, da zanîn ku avahiyên di qeydên tapûyên de li gel jêrzemînê weke 6 qat xuya dikin, di esas de 7 heta 9-10 qatan hatine çêkirin.    Serdozgerekî Komarê yê tev li xebatên tespîtkirina kavilan bûye jî da zanîn ku qeydên tapûyê û bilindahiya avahiyan ên heyî hev nagirin.    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin