Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye 2023-02-17 11:07:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di 4’ê sibata 2022’yan de li 6 taxên Hatayê biryara “Herêma Birîsk a Afetê” rakiriye.     Bi parvekirina parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Mêrsînê Alpay Antmen a li ser hesaba wî ya medyaya dîjîtal derket holê ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di 4’ê sibata 2022’yan de li 6 taxên Hataya ji erdhêja li Mereşê çêbûyî bandor bûye, biryara “Herêma Birîsk a Afetê” rakiriye.    Di biryara bi îmzeya Erdogan a di rojnameya fermî ya bi dîroka 5’ê sibatê hat weşandin de, li gorî xala 2’yemîn a Qanûna Derbarê Veguherîna Herêmên Xetere yên Afetê ya bi hejmara 6306’an, biryar hat dayîn ku biryara Desteya Wezîran a bi dîroka 16/09/2013 û bi hejmara 2013/5382 ya li ser îlana hin herêmên li taxên Meydan, Cûmhûriyet, Modernevler, Nûmûne, Pinarbaşi û Esentepe yên navçeya Îskenderûna Hatayê bên betalkirin.