Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin 2023-02-17 12:24:51   AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku ew ê şandeya dadgehê ku tevî biryarnameya erdhejê danişîna doza Mehmet Ûytûn ê 18 mehî yê di encama fîşeka gazê de jiyana xwe ji dest da li dar xist, giliyê HSK’ê bikin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Uytun ê 18 mehî ku di hembêza dayika xwe de bû bi fişeka gazê ya çawişê pispor H.A. avêtibû bi serê wî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê faîl H.A de ji tawanbariya “bûye sedemê kuştina biqestî” doz hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin.    Malbata Uytun û parêzerên wî ragihandin dadgehê ku ew ê ji ber erdhejê tev li danişînê nebin. Piştî guhdariya li şahid û parastina bersûc şandeya dadgehê biryar da ku dosye carek din bişînin Saziya Tiba Edlî û di danişînek din de bersûc li dadgehê amade be da û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişîn taloqî 2’yê gulanê kir.   Yek ji parêzerên dozê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn, bertek nîşanî bêhiqûqiya ji ber erdhejê hatiye nîşandan da.    Zeytûn, diyar kir ku ji ber karesata erdhejê wan bi armanca taloqkirina danişîna duh hatiye dîtin daxwaznameyeke hincetê pêş keş kirine û da zanîn ku dadgehê daxwaznameyê wan berçav negirtî ye û anî ziman ku di danişînê de bêyî wan îfadeya bersûc û hêzên ewlehiyê yên şahid wergirtî ye û bersûc ji hemû danişînan hatiye xelaskirin.    ‘EM Ê LI HSK’Ê GILÎ BIKIN’    Zeytûn, bal kişand ku di pêvajoya karesatê de jî rêzikên bingehîn ên hiqûqê hatine binpêkirin û got: “Tê zanîn ku pêvajoya darizandina ceza, pêvajoyeke bi tenê bi beşdariya aktîf a hemû aliyan dikare were meşandin. Wekî din; tev li bûna me û ya malbatê ya di dozeke ku hêzekî ewlehiyê yê faîlê tê darizandin de şert e. Li aliyê din dadgehê biryara HSK’ê û biryarnameya Serokkomariyê tune hesibandiye danişîn li dijî kesên mexdûr bi rê ve biriye. Em ê ji ber vê helwesta dadgehê ya li dijî hiqûqê wê li HSK’ê gilî bikin.”