Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin 2023-02-17 13:29:53   STENBOL - 45 sazî û dezgehên ku di nav de rêxistinên mafên mirovan, tenduristiyê û hiqûqê hene bang kir ku qurbaniyên herêmên erdhejê li gorî rêzgirtin û kevneşopiyên civakê werin veşartin.    Karvedana li geşedanên erdhejê berdewam dike. 45 sazî û dezgehên ku di nav de rêxistinên mafên mirovan, tenduristiyê û hiqûqê hene, têkildarî qurbaniyên erdhejê ku bêyî werin şûştin, kefenkirin û ku bi komî tên veşartin daxuyanî da.    EZIYETA LI MIRIYAN    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û qurbaniyên ji bin xirbeyan hatine derxistin li wan eziyet tê kirin û wiha hat gotin: “Xizmên qurbaniyan cenazeyên xwe bi derfetên xwe dibin dozgeriyê û neçar dimînin ku erêkirinê werbigirin. Cenaze bêyî ku li gorî awayên haysiyeta mirov werin parastin, li erdê tên hiştin. Xirbe zû tên rakirin û ev jî zirarê dide laşê di bin xirbeyan de mane û rê li ber xerakirina laş vedike. Cenazeyên qurbaniyan ku ji bin xirbeyan tê derxistin li betaniyeyan tê pêçandin an jî bi komî tên veşartin.”    ‘DIVÊ BI RÊZDARÎ NÊZÎ CENAZEYAN BIBIN’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê xebatên rizgarkirinê didomin lê xebatên rakirina xirbeyan dest pê kir û wiha hat gotin: “Pêwîste bi awayek rêzgirtinê nêzî cenazeyên qurbaniyan bibin. Divê li gorî rêbaz û kevneşopiya civakê cenazeyê her kesî radestî malbat û xizmên wan bê kirin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide vê daxwaza me. Em gazî hikûmetê jî dikin ku di vê mijarê de berpirsiyara xwe bicih bîne û tişta hewce çi be bike.”    45 SAZIYÊN KU METN ÎMZE KIRINE    Navên sazî û dezgehên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “Înîsiyatîfa ji Mirî re Rêzgirtin û Edaletê (OSAÎ), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) , Navenda Hafiza û Edaletê, Komeleya Alîkarî û P Piştevaniyê ya Xizmên Xwe di Dergûşa Medenetiyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Pitşevaniyê ya Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Derûnnasên Ji Bo Piştevaniya Civakî (TODAP), Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz (ODAV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Gihandina Mafên Darizandina Adil (AYHED), Komeleya Lêkolînên Heqîqetê ya Çapemenî û Hiqûqê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Federasyona Alevî Bektaşî (ABF), Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan a Ewropayê (AABK), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD), Komeleyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdalê (PSA), Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyê, Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA), Konfederasyona Yekitiyên Elewî ya Almanya (AABK), Federasyona Yekitiyên Elewî ya Avusturyayê (AABF), Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF), Komeleya Piştevaniya Civakî ya Tîlkîliler a Almanya (Mereş), Tevgera Jinûve Avakirinê û li Cihê wê ya Jiyanê ya Mereşê, Mafên Mirovî ya Jinan (KÎH), Komeleya Çareseriyên Nû, Komeleya Dema Jinan, Kaos-GL, Komeleya Malbatên Keskekor a Enqereyê (GALADER), Komîsyona Mafên LGBTİ+ a Baroya Amedê, Komeleya Piştevaniya Jiyana Pembe LGBTİ+, Înîsiyatîfa Em Dixiwazin Bi Hev Re Bijîn, Komeleya Malê ya Sûriye, Komeleya Civakê ya Sûriye, Pira Gelan, Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), Forûma Ewlehiya Civakî û Mafên Mirovan, Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD), Hewldana 78’an, Komeleya 17 Mayis, Komeleya Pêşvebirinê û Çandê (KAYY-DER), Komeleya Alîkariyê ya Gundê Guneşlik, Xorxol, Çewligê, Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê (Der–Mez), Komeleya Piştevaniyê ya Civakî Çand û Perwerdehiyê ya Gungorenê (Gun-Der).”