Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir 2023-02-17 13:43:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Xoşnav Ata ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi mehan e çalakiyê dike, bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir.   Dewleta tirk di êrişên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê de gelek caran çêkên kîmyewî bikaranîn. Di encama van êrişan de gelek endamên HPG'ê û YJA-STAR'ê jiyana xwe ji dest dan. Xoşnav Ata ku ji ber du biraziyên wî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi mehan e li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyê dike, çû Swîsreyê û li Neteweyên Yekbûyî dest bi hevdîtinan kir.   Ata îro bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya CDK-S'yê Asmîn Engîn û Hevserokê KESK'ê yê berê Lamî Ozgen jî bi Ata re bûn.   ATA: DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE   Ata li ofîsa Bernê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi Anita Streule re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ata xwest ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn û got: "Du biraziyên min ji ber çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk bi kar anîn, şehîd bûn. Di mijara sûcên şer û mafên mirovan de dewleta tirk 50 sal in sûcên li dijî mirovahiyê dike. Bi dîtina min rêxistinên mafên mirovan divê di vê mijarê de bi rola xwe rabin. Van saziyan heta niha erk û berpirsyariya xwe mixabin bi cih neanîne."   STREULE: EM ÎDÎAYÊN LI SER BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN   Ji bo pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin, heyetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest ku karekî hevpar bi wan re bike û dosyayek ji dane û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêş kir. Rayedara Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anita Streule di hevdîtinê de diyar kir ku ew ê daxwazên heyetê bişopînin û dosyayê jî bigihîne navenda wan a giştî. Streule di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em nûçeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji nêz ve dişopînin. Dosyaya ku we dane em ê bigihînin cihên pêwendîdar û bişopînin."