ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin 2023-02-17 15:38:45   AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Ozgur Haktan Bozan bal kişand ser zirarên ku konbajarê ji aliyê qeyûm ve li kêleka Çemê Dîcleyê tê avakirin û wiha got: "Bicihkirina li vê deverê ya welatiyên me yên ku ji ber erdhejê zirar dîtine tê wê wateyê ku dîsa terkî mirinê tên kirin.   Ji ber karesata erdhejê ku li 10 bajaran bandoreke neyînî kir, ji  aliyê dewlet û saziyên girêdayî wê ve konbajar hatine avakirin. Her wiha niha jî dixwazin li ber Çemê Dîcleyê konbajarekê ava bikin û pirsgirêka mexdûrên erdhejê ya starbûnê ji holê rakin. Saziyên avahisazan, endezyaran û yên têkildarî mijarê çêkirina konbajar ya li ber kêleka Çemê Dîcleyê wek xetere dibînin û Lijneya Koordînasyonê ya Navendê (ÎKK) a Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) têkildarî konbajêrê ku li kêleka Çemê Dîcleyê tê avakirin li Odeya Plansazên Bajarvaniyê ji bo mexdûrên erdhejê civîneke çapemeniyê li dar xistin.   ‘XETERE MEZIN E’   Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê Ozgur Haktan Bozan daxuyanî xwend û da zanîn ku Koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di destê qeyûm û AFAD’ê de ye ji bo mexdûrên erdhejê cihên demkî yên mayînê ava dikin. Bozan diyar kir ku li kêleka Çemê Dîcleyê jî niha ji bo mexdûrên erdhejê cihekî demkî tê ava kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Divê dewlet di pêvajoya afedên xwezayî de di demeke kin de ji bo pêdiviyên mexdûran zû bibe bersiv. Hewce ye di hemû astên mudaxilekirinê de navenda hewldanên amadekarî, alîkarî, başkirin û ji nû ve avakirinê mafên mirovan be. Lê di qada ku konbajar tê avakirin de xetereyek mezin heye û ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Ji ber ku bicihkirina li vê deverê ya welatiyên me yên ku ji ber erdhejê zirar dîtine tê wê wateyê ku dîsa terkî mirinê tên kirin.”   XETEREYA NEXWEŞIYÊ   Bozan destnîşan kir ku li aliyê din avakirina konbajaran û rêveberina bermayiyên li konbajar wê rîskên cidî bi xwe re bîne. Bozan bi domdarî wiha got: “Herikîna avên bermayiyan a li Çemê Dîcleyê, dê bibe sedemê hilweşîna ekosîstemê. Eşkere ye ku li ser çem wê qirêjî çêbibin, mafê jiyanê yê ajalên avî bê binpêkirin û nexweşî çêbibin. Bi zanebûn dê bibe sedema qirêjiya Baxçeyên Hevselê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye. Dîsa xebatên komkirin û berhevkirina bermahiyên malî yên ku dê ji konbajar çêbibin dê bi rengekî qels bimeşin. Bi zêdebûna germahiyê re dibe ku bibe sedema pirsgirêkên cidî yên kêzikan, bêhnê û her wiha peydabûna nexweşiyên epîdemîk û belavbûna van nexweşiyan a bi rêya kêzikan.”   ‘DEVERÊN BINESAZIYÊ HENE’   Bozan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di lêkolîna me de li bajêr gelek deverên binesaziyê hene ku mexdûran bicih bikin. Çima li quncikek dûr a bajêr ku tê de jiyanek ji bajêr qut heye, kon hatine vedan. Em ji sepandina rêbazeke ku ji zanist, teknîk û nêzîkatiya civakî dûr e razî nabin. Ji bo çareseriyeke mayînde divê di zûtirîn demê de, kesên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne li cihên ku ji jiyanê qut nebin, ji aliyê jeolojiyê ve guncav in û nêzî saziyên tendûristiyê bên bicihkirin.”    Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.