Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin 2023-02-17 15:52:17 AMED - Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re maçekê bilîzin.   Amedsporê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bi dirûşmeya “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin” bi Vansporê re maçekê bilîzin. Dê hemû dahatên maça ku di 19’yê sibatê saet 13.00’an de li Stadyûma Bajêr a Ataturk a Wanê bê lîstin, bi mexdûrên erdhejê re bê parvekirin.