Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê 2023-02-17 16:01:16   SEMSÛR - Li Semsûrê hin malbatan ji AFAD’ê kon xwestin lê AFAD hê jî kon nedaye wan. Malbatan brandayên ku dilxwazan da wan û konên xwe yên titûnê veguherandin konên hêwirînê.    Feleketa erdhejê li Semsûrê rê li ber xesarên mezin vekir. Li gorî reqamên fermî li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşyan e. Bi hezarna kes li bajêr jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn. Bi deh hezaran mirov bê cih û war man. Bi piştevanî û alîkariya dilxwazên hatin Semsûrê mexdûr birînên xwe dipêçin û hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tevî konên ku dilxwazan û AFAD’ê vedan jî lê welatî dixwazin konan li ber malên xwe vedin. Welatiyên dixwazin li ber malên xwe konan vedin li gel ku serlêdana konan kirine jî lê hê jî kon negihiştine destê wan.    Li taxa Yenî ya Semsûrê welatiyên ku kon bi dest nexistine, ji branda û naylonên ji bo titûnê bikar tînin kon vedane û ji bo jiyanê têdikoşin. Gelek malbat neçar in ku di van konên ji brandayan çêkirine de bimînin.    HALÊ WAN NE TU HAL E   Dogan Etyemez da zanîn ku wan bi derfeta xwe van konan çêkiriye û 5 kes di bin kon de dimînin û ew heta serê sibê ji sermaye nikarin rakevin û halê wan li ber çavan e. Etyemez anî ziman ku wan ji bo kon serî li AFAD’ê daye lê AFAD’ê hê jî kon nedaye wan û ev rewşa têde dijîn ne tu hal e.    KONÊN TITÛNÊ JI XWE RE KIRIN CIHÊ STARÊ    Mustafa Ekîncî jî diyar kir ku wan bi derfetên xwe van konan vedaye û ew di bin xirbeyê mala xwe de maye û piştî du saetan bi derfeta xwe ji bin derketiye. Ekîncî da zanîn ku ew bi karesatek mezin û dijwar re rûbirû mane. Ekîncî anî ziman ku ji ber sermaye nikarin di bin van konan de bijîn û saqoyên xwe diavêjin ser zarokên xwe ku nexweş nekevin. Ekîncî destnîşan kir ku konên vedane konên titûnê ne û gelek bêhn didin û ew neçar mane ku konên titûnên xwe veguherînin cihê mayînê. Ekîncî got her çiqas wan serî li AFAD’ê daye û kon xwestine jî lê heta niha daxwaza wan pêk nehatiye.    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin