Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e 2023-02-17 17:01:50   SEMSÛR - Mexdûrên erdhejê yên şandeya HDP’ê li Semsûrê serdana wan kirin bi gotina “Erdogan ji bo dengan tê li ji bo gel nayê” bertek nîşanî desthilatê dan. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî wiha got: “Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê gelek mezintir e.”   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlamenterên wê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Semsûra ji erdhejê bi awayekî zêde bandor bû lêkolîn kirin. Şandeya ku serdana navenda bajêr û gundan kir, piştre derbasî Şaxa Komeleyên Çanda Elewiyan a Semsûr a ku Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ve hatiye avakirin lê ye bû. Li vir di navbera şandeyê û welatiyên ku sersaxî ji gel re xwestin de diyalog pêk hatin.    ‘ERDOGAN JI BO DENGAN TÊ, JI BO GEL NAYÊ’   Jineke ku bang li Ahmet Turk kir wiha got: “HDP nebûya niha em têk çûbûn. Li me xwedî derdikevin. Xwedê ji wan razî be. Dewlet carekê hatiye. Erdogan ji bo dengan tê lê ji bo gel nayê.”    AHMET TURK: DI FERQA KARESATÊ DE JÎ NÎNIN   Şandeya ku bi welatiyan re sohbeta xwe berdewam kir daxuyanî da. Ahmet Turk ê ewilî axivî, diyar kir ku gel bi karesateke mezin re rû bir û ye û wiha got: “Bi tenê di lêkolîna me ya li cihekî weke Semsûrê de bi 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê mixabin haya waliyê vê derê ji gel nîne û daxuyaniyeke ‘em hinek hejiyan, tiştekî zêde nîne’ da. Waliyê vê derê di ferqa karesatê de jî nîne. Dema  em hatin vir yek mirov tune bû, têkildarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yek kes nebû. Lê me ev rastî dît. Ne tenê gelê me, ji her derê Tirkiyeyê mirov hatin vir û alîkarî kirin. Bi taybetî saziyên sivîl ên civakî, partiyên me yên çepgir, HDP’ê hewl dan ji roja ewil bigihin. Lê dewletê hewl da wan asteng bike. Ev hewldan hêj didomin.”   ‘KARESATA DESTHILATÊ AFIRANDIYE MEZINTIR E’    Turk, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê û wiha berdewam kir: “Dest danîn ser cihên ku hevalên me lê alîkarî kom dikirin. Qeyûm tayînî wir jî kirin. Em dizanin ku karesat çiqas mezin e. Karesata dewletê afirandiye ji karesata vê erdhejê mezintir e. Ev desthilat hikumet bi rojan bêhestiyar man. Ji ber ku li benda fermana yek zilamî bûn gelek saziyan xebatên xwe sekinandin. Dema mirov di bin kavilan de bûn du rojan tu xebat nekirin. Vaye ev felaket felaketa herî mezin e.”    GUNAY: DESTHILATA KU DIXWAZE ENKAZAN BIAFIRÎNIN   Ebrû Gunay jî diyar kir ku desthilat weke li her derê li Semsûrê jî di dema xwe de mudaxile nekir û mirov di bin kavilan de hiştin û wiha got: “Kesên ji bin kavilan xelas bûn jî mehkûmî birçîtî tîbûnê û sarmayê kirin. Ji destpêkê ve me weke partî hewl de alîkariya her derê bikin û ji bo pêdiviyan pêşwazî bikin bûn seferber. Em li hemû bajaran bûn. Me bi hevalên xwe yên dilxwaz re xebat meşandin.”   Gunay, da zanîn ku heke qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nehatibûna kirin ne ji zû ve birîn derman kiribûn û wiha berdewam kir: “Me di van 12 rojan de dît ku desthilat birînan derman nake. Ev jî têre nake alîkariyan asteng dike. Desthilateke ku dixwaze enkazên nû biafirîne heye. Em careke din ji Semsûrê dibêjin weke HDP em ê van hewldanên xwe bi koordînasyonên xwe yên krîzê, Kongreya Civaka Demokratîk, Kongreya Demokratîk a Gelan, DBP'ê, hemû pêkhateyên xwe, hemû kongreyên xwe bidomînin. Em ê bi erdhejê re vê desthilatê bi hev re bişînin.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin