Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin 2023-02-17 19:07:54   AMED - Ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal ên der barê erdhejê de ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin.    Ji ber nûçeyên der barê erdhejê de û li ser medyaya sanal parvekirina van nûçeyan, di çarçoveya xala 217'an a Qanûna Sansurê de ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin.   Koçer, îro danê nîvro çû Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da.