'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin' 2023-02-18 09:00:32 RIHA – Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê PYD’ê Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye dixwaze berî hilbijartinê cardin êrişî Rojavayê bike. Xoce destnîşan kir ku armanca van êrişan di şexsê Kobanê de jiholêrakirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser in û got ku lê ew ê nehêlin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Çendî di 6’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû û bandor li Sûriyeyê kir jî, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyan. Tirkiyeyê di 12’ê Sibatê de bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Menaz ê Kobanê kir û welatiyê sivîl ê bi navê Mahmûd Kobanê qetil kir. Herî dawî duh jî navçeya Til Rifatê ya bi ser herêma Şehbayê ve topbaran kir û di encama vê topbaranê de Yûsêf Ebid ê 70 salî hat qetilkirin. Her wiha desthilata AKP-MHP’ê beriya hilbijartinê bi êrişan bênavber gefan li Rojava dixwe.    Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên Tirkiye yên li dijî Rojavayê ji ajansa me re axivî.    ‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN’   Ehmed Xoce anî ziman ku armanca êrişan qirkirina gelên Rojavayê ye û di roja erdhejê de jî balafîrên Tirkiyeyê li ser Şehbayê bûne. Xoce bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Til Rifat û Kobanê û ev tişt gotin: “Dewleta tirk dixwaze vê erdhejê jî ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne û bi van erişan gelê li vir koçber bike û demografiya vir biguherîne. Ji bo wê jî hemû welatiyên li Rojavayê ji xwe re hedef digire. Ew êrişa ku çend roj berê li gundê Menazê pêk hat li dijî welatiyekî sivîl bû. Bi vê êrişê dixwazin çavê hemû kesî bitirsînin, dibêjin em hebûna we qebûl nakin. Dibêjin em qebûl nakin ku hûn bibin xwedî statu.”   ‘HEZÊN GARANTOR ALÎKARIYA ÊRIŞAN DIKIN’   Xoce bal kişand ser bêdengiya hezên garantor a ji bo êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hezên garantor digotin divê êdî şer li vê herême raweste, lê dema em li êrişên dewleta tirk dinêrin, em dibînin ku ew hezên garantor jî rê li pêşiya van êrişan vekirine. Êrişa dewleta tirk ku li gundê Menazê pêk hat, wargehên Rûsyayê nêzî kîlometreke dûrî wir bû. Wan jî çavên xwe ji van êrişan re girtine, li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Rûsya dixwaze di êrişên xwe yên li ser Ûkranyayê de dewleta tirk li cem xwe bigire. Amerîka jî car caran ji bo Tirkiyeyê di nav NATO'ye de bimîne çavên xwe digire. Ew jî tê wê wateyê ku di van êrişan de alîkariya van dewletan jî heye. Yanî ew jî dizanin projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn vejîneke mezin e, ji ber vê jî bi fikar in, dixwazin careke din desthilatdariya xwe li ser herême ferz bikin. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser jî di bin bandora wan de be.”   ‘ARMANC KOBANÊ YE’   Xoce di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye beriya hilbijartinê dixwaze êrişî Kobanê bike û axaftina xwe wiha domand: “Ji dewletên dinyayê desthilat projeyên alikariya gel ji bo hilbijartinê pêşkeş dikin, lê desthilata AKP’ê soz dide ku wê gelê kurd qir bike. Em jî texmîn dikin ku çi di destê dewleta tirk de hebe wê berî hilbijartinê êrişî Rojava bike. Desthilata AKP’ê dixwaze krîzên hundirîn ên Tirkiyeyê bi êriş li se Rojavayê Kurdistanê por bike û di hilbijartinê de bi ser bikeve. Projeya wan jî êrişa li ser Kobanê ye. Kobanê nîşana berxwedanê ye, xwedî dîrok û rolekî pir mezin lîstiye. Ji hatina Rêber Apo ya sala 1979’an bigire ku welatpareziya Kobanê pê tê naskirin heta manewiyeta Kobanê ya têkbirina DAÎŞ’ê ku ji çar parçeyên Kurdistanê gel şehîd ket. Ji ber wê jî dixwazin Kobanê di bin destê wan de be û bi vê yekê herêma Kantona Efrînê û Cizîrê ji hev du veqetînin. Ji ber wê jî dixwazin bi êrişên li ser Kobanê destkeftiyên li vir têk bibin.”   ‘EM JI ÊRIŞAN RE AMADE NE’   Xoce bi lêv kir ku li dijî van êrişan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ye û wiha pê dê çû: “Gelê Kobanê di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Gelê Kobanê bi têkbirina DAÎŞ’ê re pir baş dizane ku wê çawa li ber xwe bide û heta dawiyê girêdayî welatpareziya xwe ye. Gelê Kobanê bi vî rengî difikire û tevdigere. Rêveberiya Xweser û gelê Kobanê bi hev re ne. Rêveberiya Xweser jî ji êrişan re amade ye û heta dawiyê dikare bersiva van êrişan bide. Di vî warî de hesabê her tiştî hatiye kirin. Ji aliyê parastin û xizmeta gel ve hemû amadekarî hatine kirin. Sekna Rêveberiya Xweser sûdeke mezin ji gel girt.”   ‘QEDERA GELÊ KURD YEK E’   Xoce di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî van êrişan gelê kurd bi yekrêziya xwe dikare destkêftiyan bi dest bixe û axaftina xwe wiha qedand:  “Qedera gelê kurd yek e. Di berxwedana Kobanê de ev yek hat îspatkirin. Îro keç û xortên kurdan li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Keç û xortên Rojava li Bakur yên Bakur jî li Rojava şehîd dikevin. Yekîtiya gelê kurd ji vî alî de jî heye. Gelê kurd îro li cihanê jî deng daye. Niha em dibînin heke li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd yekrêziya xwe nîşan bide wê bi ser bikeve û destkeftiyan bi dest bixe. Lê ji aliyê din ve jî yên ku belkî dikevin îxanete jî hene. PDK ji vî alî de berbiçav e. Îro hevkariya PDK û Tirkiyeyê em dibînin. Lê edî heqîqeta gelê kurd ji îxanetê mezintir e. Êdî gelê kurd îradeya xwe nas kiriye. Gelê kurd li ser fikir û rêmanên Rêber Apo baş perwerde bûye, êdî rêça xwe nas kiriye, wê li ser vê rêçe jî biçe serkeftinê.”   MA / Mahmût Altintaş