Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine 2023-02-18 09:00:52 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Yaşar Savci ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dihat girtin, ragihandin ku dema ew sewq kirine ew tazî kirine û heta ku ji ser hişê xwe ve çûne li wan hatiye kirin.   Li navçeya Bazarcix a Mereşê di 6'ê sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûn. Di encama erdhêjê de heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên ku erdhêj lê çêbûne girtiyan serî hildabû û qawîşên ku tê de diman dabûn ber agir. Di 7'ê sibatê de piştî ku sewqên girtiyan çêbûn gelek girtî rastî tundî û îşkenceyê hatin. Yek ji van jî girtiyê bi navê Yaşar Savci ye ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dima û sewqî Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê ya Tîpa S'yê hatiye kirin. Savci, telefonê malbata xwe kir û ragihand ku di dema sewqkirinê de ew tazî kirine û heta ku ji ser hişê xwe ve çûne îşkence li wan hatiye kirin   HETA KU JI SER HIŞÊ XWE ÇÛNE ÎŞKENCE LI WAN KIRINE   Hanife Savci, dayika girtî Yaşar Savci, diyar kir ku bi saetan bi awayekî tazî îşkence li wan hatiye kirin û wiha axivî: "Kurê min ev 3 sal in bê suc û guneh di girtîgehê de ye. Kurê min di girtîgeha Mereşê de dihat girtin. Rojek piştî erdhêjê dema ku sewq wan dikin di rê de îşkenceyê li wan dikin. Wan li cihekî didin sekinandin û ji wesayitê peya dikin. Kincên wan hemûyan derdixin û tazî dikin. Li wan dixin û heta ku diwestin îşkence li wan dikin. Wan bitazî dibin girtîgehê. Piştre ev jibîr ve diçin. Piştre dibin girtîgehê û li wir jî îşkenceyê li wan dikin. Piştî ku agahiya me jê çêbû, me kinc jê re şandin."   'ÎŞKENCEYÊ BIDIN SEKINANDIN'   Savciyê anî ziman ku ev îşkence li dijî qanûnên mirovahiyê ne û wiha domand: "Heta niha jî îşkenceyê li wan dikin. Bi telefonê li me geriya û got, 'dengê me bidin bihîstin û parezerekî ji me re bişinin.' Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku dengê wan bibihîzin. Em edeletê dixwazin. Em naxwazin ku li zarokên me îşkenceyê bikin. Bê sûc û bê sedem zarokên me îşkence dikin. Em edeletê dixwazin û bila vê îşkenceyê bidin sekinandin."