Piştî erdhejê xetereya asbestê 2023-02-18 09:26:27   WAN - Serokê ASTA'yê Kenan Yildiz, ji bo asbesteya ku di avahiyên hilweşiyayî de tê bikaranîn hin hişyarî kirin û got ku ji xeynî asbesteyê, ji bo sîlîsyûm, Pcb, amûrên elektronîk, texrîbbûna pergala qenalîzasyonê, kifnika di avahiyan de û hwd. dê bandoreke mezin li tenduristiyê bikin.    Di erdhejên Mereşê de ku di 6'ê Sivatê de çêbûn hey aniha nêzî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û bi dehhezaran avah hilweşiyane. Avahiyên hilweşiyayî talûkeyeke mezin di xwe de dihewînin. Di serî de asbest, gelek madeyên talûke hene. Ev jî di dema rakirina kavilan de wekî pirsgirêkeke mezin tê nîşandan.    Asbest (amyant/asbestos) mîneraleke pençeşêrî ye û zêdetirî 3 hezar qadên wê yên bikaranînê hene. Ji xeynî pîşesaziya otomobîl û balafiran, di sektora înşeat, germkirin û îzolasyona deng de jî tê bikaranîn. Asbest, rê li ber pençeşêra pişikê, nexweşînên mezotelyoma û asbestozê vedike.    MADEYA QEDEXEKIRÎ   Asbest, di sala 1980'yî de ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wekî madeyeke pençeşêrê hatiye diyarkirin û di sala 2010'an de di çaçroveya qanûnên Yekîtiya Ewropayê (YE) de li Tirkiyeyê jî firotin, îthalkirin û çêkirina wê hatiye qedexekirin.    Serokê Komeleya Asbest û Bermayiyên Talûke (ASTA) Kenan Yildiz, diyar kir ku piştî erdhejê, di dema xebatên rakirina kavilan de divê tevdîrine cidî bên girtin. Yildiz destnîşan kir ku asbest ji bo kesên daxilî nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibin û ji bo welatiyên li wir talûkeye mezin e û got ku asbest dibe sedema gelek nexweşînan. Yildiz got: "Her wiha ji ber kavilan bermayiyên wekî sîlîsyûm, Pcb, amûrên elektronîk, texrîbbûna pergala qenalîzasyonê, kifnika di avahiyan de û hwd. dê bandoreke pir cidî li tenduristiyê bikin."    TEVDÎR   Yildiz da zanîn ku asbest di çêkirina avahiyan de û di amûrên elektronîk de jî heye û got ku ger tevdîr neyê girtin dê pirsgirêkên mezin rû bidin. Yildzi ev tişt gotin: "Di dema rakirina kavilan de divê kesên dixebitin û kesên li derdorê maskeyên FFP3 bi kar bînin. Ger ev maske bi dest nekevin divê maskeyên cerahî bên bikaranîn. Divê kavil bên avdan û wisa bên rakirin. Ava di kavilan de divê li rûbaran neyê valakirin. Li qadên ku kavil lê bên valakirin, divê zemînên tiştekî nemête ên çêkirin. Bermayiyên talûke gava ji hev hatin veqetandin, divê li ser hev neyên lodkirin."