Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin 2023-02-18 10:20:27 SEMSÛR - Hemşîreyê mexdûrê erdhejê Cîhan Arik ku yek ji dilxwazên li Navenda Koordînasyona Krîzê ji bo dermankirina birînên li Semsûrê hatin gelhev, anî ziman ku di erdheja duyemîn de li nexweşxaneyê îzdîhameke mezin rû da û got: “Dema mirov direvîn di bin piyan de hatin pelçiqandin. Dewlet li vir hilweşiya.”   Li Semsûra ku di erdhejên li navçeya Bazarcix a Mereşê û Dîlokê çêbûn de zerareke mezin dît, li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Rêxistinên Sivîl ên Civakî û dilxwazan ve hat avakirin, mirovên ji gelek beşên civakê hene. Li navenda ku ji bo birîna mexdûrê erdhejê derman bike ji roja ewil ve hate avakirin yek ji kesên ku nav xebatan de cih girt jî hemşîre Cîhan Arik e. Arik ê ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye, dema di cemaweriyê de dixebitî beriya erdhejê îstîfa kir. Arik ê bi malbata xwe re ji erdhejê xelas bû, gelek xizmên xwe û hevalên xwe winda kirin. Arik ê piştî erdheja ewil weke dilxwaz bi lez û bez çû nexweşxaneyê bi avakirina Navenda Koordînasyonê li vir weke dilxwaz dest bi xizmetê kir.    Arık ku li polîklînîka tenduristiyê ya li Şaxê Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD) a Semsûrê hat avakirin, bi bijîşkên dildar û hemşîreyan re xizmetê dide, her roj hewl dide bi dehan nexweşan derman bike.   ‘SÎSTEM HILWEŞIYA BÛ’   Arik, da zanîn ku piştî roja ewil a erdhejê şoka ketiyê ji ser xwe avêt çûye nexweşxaneyê, hewl daye alîkariyê bike û wiha got: “Ez tev li xizmeta tenduristiyê ya li wir bûm. Li nexweşxaneyê qelebalixeke zêde hebû. Birîndar veguhestibûn korîdoran. Li her derê nexweş hebûn. Ji ber em pê re nedigihiştin me dermanên janê birînê yên narkotik û yên normal tev li hev dikirin û didan wan. Pergal hilweşiya bû. Kadroya tenduristiyê ya heyî kêm bû. Bijîşk nedihatin dîtin. Bijîşkên malbatê bi dilxwazî dihatin. Di beşa lezgîn a mezin de bijîşekî û 3-4 hemşîreyan xizmet dida. Li her derê nexweş hebûn. Me cihekî ku gav bi avêjin nedît.”   XIZMÊN XWE Û HEVALÊN XWE WINDA KIRIN   Arik, da zanîn ku di erdheja duyemîn de li beşa lezgîn a nexweşxaneyê dixebitî û di nexweşxaneyê de îzdîhameke mezin derket û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê her kesê dest bi revê kirin û pê li nexweşên li erdê hate kirin. Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin. Piştî wê erdhejê ez neçar mam biçim cem malbata xwe. Di erhejê de gelek xizmên min û hevalên min jiyana xwe ji dest dan. Windahiyên me pir in. Piştî erdhejê li Malacemê ji aliyê dilxwazan ve navendeke alîkariyê hate avakirin. Ez jî tev li yekeya tenduristiyê ya li vir hatiye avakirin bûm û li vir tev li xizmetên tenduristiyê dibim.”   ‘DEWLETÊ NEKARÎ BI RÊ VE BIBE’   Arik got ku “Hem li vir xizmeta tenduristiyê tê dayîn hem jî diçin gundan û li wir jî xizmeta tenduristiyê didin” û ev tişt gotin: “Em ji kesên ku pêdiviya wan bi dermanan heye, dermanan didin. Dewletê nekarî krîza tenduristiyê ya piştî erdhejê derket holê bi rê ve bibe. Gelek bi paş ve ma. Ji hemşireyan re hatiye gotin ku ‘heke windahiyên we pir nebin werin bixebitin’. Ew di rewşeke wiha de ne.”   ‘ME HEVALÊ XWE JI BIN KAVILAN DERXIST’   Arik, diyar kir ku çend rojên ewil piştevaniya dewletê nedîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirovan ji ber roja ewil a erdhejê xwarin û vexwarin nedîtin neçar man bikevin marketan. Mirovan dest bi çêkirina hin tiştan kirin. Mirovan di roja duyemîn û sêyemîn de hîn bûn ku li Semsûrê tiştek heye. Em tenê man. Mirov bi xwe ketin nav kavilan û neçar man ku xizmên xwe derxînin. Piştî ku dewlet derket holê vê carê dest bi astengkirina kesên ku weke dilxwaz hatin vê derê kirin. Ev yek bi taybetî li dijî kesên ku ji Kurdistanê dihatin hate kirin nizanim lê dest bi lêdana mirovan kirin. Alîkariyên bi wesayîtan tên, tên astengkirin. Em dikarin bêjin dewlet di gelek mijaran de kêm ma. Dewlet li vir hilweşiya. Di roja erdhejê ya 3’yemîn de me bi xwe hevalekî xwe ji bin kavilan derxist. Neçar man lingên wî bibirin. Kes nehat ku wî xelas bikin. Ji taxa me nasekî me yê maşîneya wî ya kar hebû hat. Gel bi hev re 3 rojan kavil kolan. Piştî me dest bi kar kir 2 rojan deng hatin û ambûlans arasteyî wir kirin.”   MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal