‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’ 2023-02-18 10:25:22   SEMSÛR - Welatiyê bi navê Nazim Portakal di roja sêyemîn a erdhejê de ji bin kavilan bi saxî hate derxistin. Portakal, got ku dema di bin kavilan de lingê wî asê mabû û tîmên AFAD’ê bêyî ku lingê wî xelas bikin çûne û ev tişt anî ziman: “Tîmên spanyayî ez ji bin kavilan rizgar kirim.”    Di encama erdhejên Mereşê de li 10 bajaran hilweşîneke mezin çêbû. Bi hezaran kesên di bin kavilan de mayîn bi rojan piştre hatin rizgarkirin û cenazeyên bi hezaran jî hêjta di bin kavilan de ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam in û li gel ku bi ser erdhejê re 13 roj derbas bûne jî welatî ji ber erdhejokan nnikarin li malên xwe vegerin. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de welatî hewl didin di bin konan de jiyana xwe bidomînin. Di rewşeke wiha de polîs nahêlin alîkariyên lezgîn bigihin ber destê mexdûrên erdhejê.    ‘MIN NEKARÎ DENGÊ XWE BIDIM BIHÎSTIN’   Ciwanê bi navê Nazim Portakal (25) di erdhejê de li gel dayik û bavê xwe, bi giştî 10 xizmên xwe winda kirin. Ew bi xwe jî di roja sêyemîn a erdhejê de hate rizgarkirin. Yek ji welatiyên ku heta demekî dirêj alîkarî negihiştiyê jî Portakal e. Portakal, di dema erdhejê de di qata yekemîn a apartmaneke 8 qat a li Taxa Nû ya Semsûrê bû. Bi hilweşîna apartmanê re kete jêrzemînê û di bin kavilan de ma. Portakal, qala 3 rojên di bin kavilan de kir. Portakal, da zanîn ku di dema erdhejê de ji odeyê derketiye, berê xwe daye mitbaxê û xwe xistiye bin maseyê. Portakal, got ku bi tebiqîna avahî re 2 qatan ketiye xwarê û li jêrzemînê di bin kavilan de ma ye. Portakal, wiha qala wê pêvajoyê kir: “Tekane tişta di bîra min de ew e ku di nava toz û axê de mabûm. Min ferq kir ku lingê min li cihekî asê ma ye. Parçeyên paceyan di aliyên min rast û çepê de çûbûn. Alavên înşaetê bi ser min de hatibûn. Ji ewil min qet êş nekişand. Lê di saetên piştre de hêdî hêdî êşê dest pê kir. Bandoreke psîkolojîk li min kir û min hawara xwe digihand lê kesekî dengê min nedibihîst.”    LI DÎWAR XIST Û KORÎDOR VEKIR   Bi domdarî Portakal anî ziman ku demekî şûnde êdî dengê mirovan dibihîst û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Min hewl da dengê xwe bigihînim wan. Lê kesekî dengê min nedibihîst. Di wê navberê de ketim nava bizavê û min destê xwe bilind kir. Min li wir lingê maseya xwarinê dît. Min, ev lingê maseyê li ser hev li dîwar xist û dîwar şikand. Li rasta serê min qulek vebû. Li wir ronahiyek hat. Min jî hîn bêhtir lingê maseyê li wir xist û ew kun hêj firehtir kir. Min li wir korîdorek vekir. Diqîriyam, min hawar dikir. Keçikekî biçûk dengê min bihîst. Tavilê ji kesên wê derê re got; ‘li vê derê kesek heye.’ Kesek hate wê derê lê pir sersar nêz bû. Ketibû derdê kesekê din. Piştre jî min dengê xizmên me bihîst. Dema min dengê wan bihîstî, ez bêhtir qêriyam. Dema dengê min bihîstin jî dilê min rehet bûbû.”    AFAD BÊYÎ KI RIZGAR BIKE ÇÛ   Di berdewamê de Portakal got ku xizmên wî cihê wî tespît kirine û wiha qala wan kêliyan kir: “Betanî li ser min dadan. Tam dê lingê min derbixistina ku erdhejoka duyemîn dest pê kir. Mi jê re got; ‘birevin.’ Xizmên min ji bo ku di bin kavilan de nemînin reviyan û derketin jor. Piştre jî lingê min hêj xerabtir asê bû. Demekî şûnde tîmên AFAD’ê hatin û lingê min ê çepê derxistin. Lê belê bêyî ku lingê min ê rastê derxînin çûn. Bi saetan piştre jî xizmên min hatin. Xizmên min ji xebatkarên AFAD’ê zanetir bûn. Lingê min berdan valahiyekê.”   TÎMA SPANYAYÎ RIZGAR KIR   Portakal, destnîşan kir ku piştî mudaxaleya xizmên wî, lingê wî gelek rehet bû û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku alavên li gel wan pir kêm bûn, nekarîn lingê min ji wir derxînin. Piştre dîsa tîmeke ji AFAD’ê hat. Bi wan re min hinek xeber da. Min êdî nema dikarî wê êşê ragirim. Êdî taqet di min de nema bû. Ji min re gotin; ‘bisekine dê niha tîma spanyayî were.’ Çawa min çav bi rûyê wan ket, dilê min rehet bû. Camêran di encama xebateke 2-3 saetan de ez ji wir derxistim. Bi derxistinê re tavilê derbasî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê hêj fîlmê lingê min nekişandin, yekser xistin cilsê.”   WALÎTIYÊ ALÎKARÎ NEŞAND   Mamê Portakal, Mulla Portakal da zanîn ku li Dîlokê dijî û çawa ku bihîst avahiyê birayê wî hilweşiyaye, yekser ketiye rê û wiha got: “Rêya di navbera Dîlok-Semsûrê de saetek û nîv e lê min bi zor û zehmetî karî xwe 3 saetan bigihînim vê derê. Dema em gihiştin, me ne avahî lê tenê xerabe dîtin. Heta demekî me hewl da tiştekî bikin. Me bang kir lê tu tiştek ji destê me nedihat. Her serê carekê em diçûn walîtiyê û me alîkarî dixwest lê kesekî alîkarî nedida. Me darê zorê tîmek anî vê derê. Hinek lêgerîn kirin û piştre gotin; ‘heta vînç neyê em nikarin tiştekî bikin.’ Piştre jî çûn. Em piştre dîsa çûn walîtiyê lê bi tu awayî alîkarî nehat şandin.”    BÊÇARETÎ...    Mam Portakal daxuyand ku dema ji binê kavilan dengê biraziyê xwe bihîstî, ciwanan berê xwe daye cihê deng jê dihat û wiha qala wan kêliyan kir: “Ciwanan ber bi biraziyê mi,n ve cih vekir û me bi betaniyan pêça. Lê ji ber erdheja duyemîn em neçar man ku xwe paşve bikişînin. Em li wir cara duyemîn ketin nava bêçaretiyeke mezin. Piştre jî ji bo tîmeke din were me zext kir. Tîma hatî jî got; ‘di destê me de ekîpment tune ne û em nikarin bi vî awayî rakin.’ Wan jî dev jê berdan û çûn.”   AFAD’Ê RIZGAR NEKIR   Di berdewamê de Portakal bi lêv kir ku piştre bangî xizmê xwe yê di şaredariyê de xebite kiriye û ev tişt anî ziman: “Xizmê me bi xwe re vînç anî. Di encama xebata 2 saetan de jî lingekî vîncê şikest. Me dîsa bi dest û neynûkên xwe dest bi kolanê kir. Di dawiya roja duyemîn de AFAD hat lê rizgar nekir. Bi saya xebata baş a gel, xizmên me û derdora xwe re me kir ku zarok hinek bêhn bistîne û mirûzê wî xweş bibe.”    XWESTIN LINGÊ WÎ BIBIRIN   Mam Portakal da zanîn ku tîmên AFAD’ê di roja duyemîn de ji wî re gotine; “Em ê lingê vî zarokî bibirin” û got ku ji ber xetereya ku ji ber çûyîna xwînê ya zêde jiyana xwe ji dest bide, wan ev pêşniyar qebûl nekirine. Portakal, wiha domand: “Li ser vê yekê tîmên AFAD’ê ji min re gotin; ‘Hêdî hêdî hişê zarok ji serê wî diçe. Tiştekî were kirin tune ye. Heke em lingê vî zarokî nebirîn, em nikarin bi saxî ji wir derxînin. Hişê wî ji serê wî diçe.’ Em jî ji bo ku zindî ji wir were derxistin neçar man ku vê pêşniyarê qebûl bikin.”    BÊYÎ KU LINGÊ WÎ BIBIRIN JI WIR DERXISTIN   Pêvajoya piştre jî Portakal wiha vegot: “Demek piştre li cihekî geriyan. Me li axaftina ser telefonê guhdar kir. Yên li ser telefonê gotin; ‘tiştekî wisa yê ehmeq nekin. Tu bijîşkekî pispor dê lingê wî zarokî li wir jê neke. Heke bibirin jî dê zarok li wir bimre.’ Piştî van gotinan jî dev ji birîna lingê zarok berdan. Xebata xwe domandin. Piştre jî di navbera xwe de digotin; ‘zarok hişê xwe winda dike.’ Me nedizanî dê çi bikin. Herî dawî tîmekî spanyayî hat. Her tişt û ekîpment bi wan re hebûn. Hatin û tavilê mudaxele kirin. Ji bo ku mirûzê wî xweş bikin, 2 jin bi xwe re birin wê derê. Li rexekî pê re sihbet dikirin û li rexa din jî dixebitiyan. Xebata wan bi qasî 2 saetan dom kir. Bi vî awayî jî zarok rizgar kirin. Piştre ji bo lêkolîn bikin bê ka kesekî zindî heye yan na, 2-3 kûçik berdan hundir. Jixwe tu kes sax nema bû.”    ‘SEDEMA HERÎ MEZINA RIZGARBÛNA WÎ GEL BÛ’   Portakal, diyar kir ku ji bilî AFAD’ê, bi taybet jî ciwanên sivîl ji bo rizgarkirina biraziyê wî gelek hewl dane û axaftina xwe wiha qedand: “Min lê nihêrt ku ew ji me bêhtir di nava hewldanan de ne. Komên sivîl ên ji derve hatin pir zêde alîkarî dan me. Nizanim di demên berê de tu tecrûbeyên wan çêbûbûn an na lê ji me pir bêhtir xwedî tecrûbe bûn. Her wiha kesên ji derve hatin alîkariya xurekan dan me. Anku dewlet, tîmên AFAD’ê 3 roj piştre hatin. Sedema herî mezin a rizgarbûna vî zarokî, gel bi xwe bû. Tiştekî zêde ya AFAD’ê tune bû. Ji ber ku bi wan re alav tune bûn.”    MA / Rûkiye Adiguzel