74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê 2023-02-18 11:07:38   WAN - Şaxa ÎMO’yê ya Wanê ji bo Mereşê komeke endezyarên înşaetê ya ji 74 kesan pêk tê şand. Serokê Şaxê Mîhaîl Atîk diyar kir ku armanca wan ew e ku xesaran tespît bikin û lez bidin xebatan.    Şaxa Odeya Endezyarê Înşaetê (ÎMO) ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Wanê ji bo xebatên tespîtkirina xesarê, komeke endezyarên înşaetê ku ji 74 kesan pêk tê şand Mereşê. Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Mîhaîl Atîk diyar kir ku ji vê yekê armanc dikin ku pêdiviya xaniyan a gel pêşwazî bikin.    Atîk, da zanîn ku xebatên xwe li gel Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re bikoordîneyî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Navenda Giştî ya TMMOB’ê li bajarên hewcehî lê heye peywirdar dike. Li Wanê me kadroyeke ji 154 kesên xwedî tecrûbe ava kiriye. Ji vê kadroyê 74 jê ji bo Mereşê hatin şandin. Dê heta demekî xebatên xwe bidomînin û piştre vegerin. Heke dîsa daxwaz çêbibe, ji bo ku heval tev li xebatên tespîtkirina xesaran bibin dê ji bo herêmê bên şandin. Em dixwazin sedemên vê hilweşîna mezin hîn bibin. Di erdhejê de bi dehhezaran avahî hilweşiyan û xesar gihişt gelek avahiyan jî. Em neçarin ku xesarên di avahiyan de tespît bikin. Dê xebat li daneyên wezaretê bên zêdekirin. Piştî berhevkirina daneyan jî dê saziya têkildarî biryarê bide. Armanca me ew e ku lez bidin pêvajoyê û pêdiviya gel a bi xaniyan pêşwazî bikin.”