ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot 2023-02-18 11:59:23   STENBOL - ÎTU’yê rapora xwe ya têkildarî erdhejê parve kir û wiha got: “Divê dawî li efûyên tu bingeha wan a zanistî tune ye û verastkirinên ku stoka avadaniyên tu xizmetên endezyariyê bo wan nehatiye kirin, ne bi tendurist û ne bi ewle dikin qanûn, bînin.”    Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) rapora pêşlekolanê ya têkildarî erdhejên Mereşê bi awayekî nivîskî parve kir. ÎTU’yê da zanîn ku demekî kin piştî erdhejê komeke ji endezyarên înşaetê, endezyarên jeolojiyê, endezyarên jêofîzîkê û avahîsazan pê tê ava kirine û vê komê li herêmên erdhejê lêkolîn kirine.    TESPÎTÊN HATINE KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek sedemên hilweşîna avahiyan hene û ev agahî hatin parvekirin: “Temenê avahiyan, hîmê ku avahî li ser hatiye çêkirin û nedikariyan avahî ragirin, qelîteya alav û amûrên di înşaetan de hatine bikaranîn, kêmbûna rehend û firehiya stûnan û teçhîzatê, çênekirina avahiyan li gorî rêziknameya wê demê, li gel qisûriyên din ên çêkirinê her wiha avahiyên li rex hev hatine çêkirin lê bilindahiya wan ji hev cuda, bûn sedemên bingehîn ên hilweşîna avahiyan.”    NERMBÛNA HÎMÊ AVAHIYAN   Di raporê de ÎTU balê dikişîne ser nermbûna zemînên avahiyên li Hatay û Sergolan a Semsûrê û van tespîtan dike: “Piştî ku zemînê avahiyan nerm bûy, avahî di erdê de çûn. Ji ber vê yekê jî yan bi temamî xwar bûne û ketine ser rexekê yan jî heta qismekî di erdê de çûne û bi awayekî xwar tebiqîne. Di encama van erdhejan de derket holê ku temamiya avahiyên betonerme yên li ser qadên kapasîteya hîmê wan xurt hatine çêkirin ên weke nexweşxaneyan, li gel pileya mezin a erdhejê jî pir kêm xesar dîtine. Ev yek jî girîngiya bi vê mijarê dîsa raxistiye ber çavan.”     'DIVÊ DAWÎ LI STOKA AVADANIYÊN NE BI EWLE BÎNIN’   Di pêşniyarên ÎTU’yê de jî wiha tê gotin: “Divê dawî li efûyê û aştiya îmarê ku tu bingeha wan a zanistî tune ye û verastkirinên ku stoka avadaniyên tu xizmetên endezyariyê bo wan nehatiye kirin, ne bi tendurist û ne bi ewle dike qanûn, bînin.”