Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin 2023-02-18 12:51:35   HATAY - Li gelek deverên Antakyaya ku xebatên rakirina xirbeyan didomin, piştî 296 saetan yek jê zarok 3 kes sax ji binê xirbeyan hatin derxistin.    Li bajarên ku di bin karesata erdhejê de mane, nerazîbûnên li dijî AFAD’ê ku xirbeyan radike berdewam dikin. Li herêmên erdhejê hê jî mirov ji bin xirbeyan tên rizgarkirin.    Li navçeya Antakyayê ya Hatayê piştî 296 saetan yek jê zarok 3 kes ji binê xirbeyan bi saxî hatin derxistin. Li avahiya Kanatli ya li li ser cadeya Turkmenbaşi ya li taxa General Şukru ji bin xirbeyan 13 roj şûnve sê kes bi saxî hatin derxistin.