Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin 2023-02-18 13:41:35 AMED - Xwendekarê bi navê Mehmetcan Eşkîn ku li Fakûlteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwîne û li Wargeha Xwendekaran a Halît Bîn Velîd dimîne, da zanîn ku mexdûrê erdhejê ye lê bi lez û bez ji wargehê hatiye derxistin û li şûna wan jî kesên xwedî wesayîtên luks tên bicihkirin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ragihandibû ku dê Saziya Wargehên Krediyê (KYK) ji bo mexdûrên erdhejê bên veqetandin. Piştî daxuyaniya Erdogan jî wargehên xwendekaran tên valakirin. Wargeha Xwendekaran a Halîd Bîn Velîd jî tê valakirin û xwendekar bo xwe li malan digerin.    'QEYDA MIN HATE JÊBIRIN’   Xwendekarê bi navê Mehmetcan Eşkîn ku li Fakûlteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwîne û di heman demê de mexdûrê erdhejê ye, da zanîn ku ji wargehê hatiye derxistin. Eşkîn, diyar kir ku di erdheja 6’ê sibatê de avahiyê ku ew û xizmên xwe tê de diman xesar gihiştiyê û wiha got: “Ji wê rojê ve em li derve ne. YOK’e ji midûriyetên wargehan re nivîs şand û got ku xwendekarên ku dersên wan ên pratîkî hene, dikarin di wargehan de bimînin. Ez hem xwendekarim û hem jî mexdûrê erdhejê me. Ji bo li wargehê bimînim, min serî li memûrê nobedar da. Min bedela ewlehiyê ya mehên çile-sibatê da û li wir mam. Di 17’ê sibatê de gotin ‘destûra ketinê nîne’ û ji wir hatim avêtin. Min bi midûriyeta karên xwendekaran re hevdîtin kir û dît ku qeyda min hatiye jêbirin. Karmendê peywirdar got ku wargeh bi awayekî fermî hatiye girtin, dê xwendekaran negirin û ji ber vê sedemê jî qeyda min jê birine. Ji min re gotin ku li şûna min malbatek hatiye bicihkirin. Xwestin ku ez tiştên xwe kom bikim û ji wargehê derkevim.”    'BI WESAYÎTÊN LUKS TÊN WARGEHÊ’   Bi domdarî Eşkîn destnîşan kir ku li wargehê kesên rewşa wan a madî baş dimînin û wiha bi dawî kir: “Tu xizan li wir namînin. Gelemperiya wan bi wesayîtên xwe yên luks tên û lê dimînin.”