Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye 2023-02-18 13:57:42   SEMSÛR - Li Semsûrê rapora “kêmxesar” dan xaniyek ku dîwarê hilweşiyan e û sê kolonê wê xesar dîtine.    Li Semsûrê xebatên tespîtkirina xesarê didomin. Tîmên tespîtkirina xesarê ji avahiyên xesar dîtine nimûneyan digirin, li avahiyên hatine kontrolikirin, nivîsa “hatiye kontrolkirin” û her wiha bi herf û reqaman îşaret li ser avahiyan dixin. Li gelek avahiyan jî bêyî ku tespîta xesarê bê kirin li derve lê dinêhirin û diçin.    BÊYÎ KU BIÇIN HUNDIRÊ XANÎ TESPÎTÊ KIRINE    Yek ji taxên ku herî zêde erdhejê tesîr lê çêkiriye jî taxa Yenî ya Semsûrê ye. Li taxê xebatên tespîta xesarê didomin. Encama van tespîtan li pergala e-devletê tê barkirin. Mala Huseyîn Îsot du qatî ye û dîwarên mala wî hilweşiyan e û 3 kolonan jî xesarek giran dîtiye. Îsot diyar ki ku tîma tespîtkirina xesaran ji bo mala wî li gel hilweşiyaye jî rapora “kêmxesar” dane û bêyî li mala wî tespît bê kirin rapor hatiye amadekirin. Îsot got rapor li pergala e-devletê hatiye barkirin û wî îtîrazî encama raporê kiriye.    'EM BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ NE’    Îsot anî ziman ku li gel kolonên xaniyê wî hnilweşiyane jî Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê rapora “kêmxesar” dane mala wî û got: “Ev tê wê maneyê ku ji me re dibêjin biçin lê rûnên û bimirin. Em bi mirinê re rûbirû ne. Ez dixwazin ew tîm ango rayedar werin carek din tespîtê bikin û raporê ji nû ve amade bikin.” Îsot destnîşan kir ku xelkê bajarê Semsûrê hê jî bi birçîbûnê, perîşanî û hewa sar re rûbirû dimîne û pirsgirêka hêwirînê ya xelkê nehatiye çareserkirin.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal