Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin 2023-02-18 14:00:17   STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê diyar kirin ku heta xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî nebin divê kavil neyên rakirin û wiha gotin: “Divê kesên jiyana xwe ji dest dayîn bên dîtin, nasnameyên wan bên diyarkirin û li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin.”    Ji bo dîtina kesên di bin çavan de hatine windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakî di hefteya 934’an de jî berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de vîdeoyeke bi dirêjiya 2 deqeyan ku binpêkirinên li herêmên erdhejê vedibêje, weşandin.    Li ser navê Komîsyona li Dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Masîde Ocaka daxuyanî xwend.    BERPIRYSARTIYA ÎTKÎDARÊ BI BÎR XIST   Ocak, diyar kir ku hêj xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî nebûyîn divê xebatên rakirina kavilan dest pê nekin û wiha domand: “Em ji hêla tektonîk ve li herêmeke herî çalak in. Lewma jî erdhej teqez dê çêbibin. Ji ber ku îktîdarê di mijarên bajarvaniyeke bitendurist û çêkirina avahiyên biewlede berpirsyartiyên xwe ne anîn cih, ev erdhej veguherî karesatê. Hêj niha jî di bin kavilan de bi hezaran kes hene. Divê ev kes li gorî rêgezên însanî bên derxistin, ziyan negihije cenazeyên wan û radestî malbatên wan bên kirin. Heta xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî nebin, divê xebatên rakirina kavilan neyên destpêkirin. Ji bo cenazeyên parçebûyîn jî divê lêkolîna DNA’yê bê kirin.”    'LI GORÎ RÛMETA MORVAHIYÊ DEFN BIKIN’   Herî dawî jî Ocak ev tişt anî ziman: “Divê Komeleya Pisporên Tipa Edlî, zanîngeh û rêxistinên civaka sivîl jî daxilî vê pêvajoyê bên kirin. Divê rêzê bo mafê xatirxwestinê yê kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re bigirin. Divê kesên jiyana xwe ji dest dane bên dîtin, nasnameyên wan bên diyarkirin û li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin. Divê îktîdar rê li ber piştevaniya gel negire ku hewl didin birînên gel derman bikin. Bila qeyûman li piştevanî û alîkariyê tayîn nekin.”