Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan 2023-02-18 14:32:20   DÎLOK - Goristana li Islehiyeyê radixe ber çavan bê ka li wêraniyeke çawa li bajar çêbûye. Li du qadên goristanê bi sedan kes bi awayekî komî hatine definkirin.    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Islehiye ya Dîlokê di 15’ê sibatê de hatin bidawîkirin û xebatên rakirina kavilan dest pê kirin. Ji sedî 80’ê navçeyê hilweşiya û şêniyên navçeyê di bin konên hatine vegirtin û di bin kepirên bi derfetên xwe çêkirin de dimînin. Waliyê Çewlikê Kadîr Ekîncî ku weke Waliyê Koordînekirina Bajar hatiye tayînkirin, di 15’ê sibatê de daxuyaniyek da û got ku heta niha hezar û 368 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Her çend ku daneyên fermî bi vî rengî bin jî, tê gotin ku tenê li navenda navçeyê 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.    Goristana Taxa Cevdetpaşayê, wêraniya li navçeyê çêbûyî radixe ber çavan. Li du qadên piştî erdhejê hatine vekirin de bi sedan kes bi awayekî komî hatine definkirin. Cenazeyên ku xwediyên wan diyar jî li deverên cuda yên goristanê hatine definkirin.    MA / Berîvan Kutlu