AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin 2023-02-18 14:33:10   AMED - AFAD’ê ragihand ku li Ameda 7 avahî lê hilweşiya bûn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirine û derbarê kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran de tu agahî parve nekirin.    Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku li 7 avahiyên li Amedê hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirine. AFAD a xebat rawestandin, têkildarî bîlançoyê tu agahî parve nekirin. Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê aşkere kir ku di kavilên 7 avahiyan de 409 kes jiyana xwe ji dest dane û 902 kes jî birîndar bûne.